Rêxistina “Human Rights Watch” piştrast kir ku ji aliyê rejîma Esed û Rûsya çekên şewtandinê û çekên kîmyayî li dijî sivîlan hatine bikaranîn, û bang li Rêxistina Netewên Yekbûyî kir ji bo yasayên xwe serrast bike û got: “ Nema bikêr tê ev tişt bên paşguhxistin”.
Rêxistinê diyar kir ku li sala 2018, ji aliyê balafirên Rûsiya û rejîmê 30 êrîş bi çekên şewitandinê bi kêmî ve li şeş parêzgehên Sûriyê hatin bikaranîn, û bal kişand ku di piraniya van êrîşan de, mûşekên erdê jî hatin bikaranîn, lê ziyan ji aliyê çekên balafiran jî hebû.
Û mînakek anî li ser êrîşeka esmanî li ser Xûta rojhilat di 16’ê Adarê de, ku bi kêmî 61 kes hatin kuştin û 200 kes birîndar bûn.
Rêxistinê diyar kir ku wê 90 êrîşên din yên bi çekên şewitandinê ji rejîmê û Rûsyayê bibelge kirine, û da zanîn ku dibe hejmara rasteqîn ya êrîşên bi van çekan bilindtir be.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê da zanîn ku ev raport dibin belgeyên nû li ser tawanên şer yên berfireh li Sûriyê ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê, û daxwaz kir ku van raporan tevlî bi sed hezaran belgeyên din yên tawanên rejîmê li dijî sivîlan li Sûriyê bikin.
Hevbendiya Niştimanî dubare pêwîstiya kartêkerkirina mekanîzma navnetewî ya bê alî bi mebesta sizadana kujeran li ser tawanên şer li welêt piştrast kir, û diyar kir ku ev yek beşek giring e ji bo çareseriya siyasî ya domdar li Sûriyê.
Hevdem raporta Rêxistina Navnetewî hat ligel ragihandina Rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî OPCW li ser diristkirina tîma xwe ya ji bo destnîşankirina kesên berpirs di ber pêkanîna êrîşên bi çekên kîmyayî li Sûriyê.
Û Birêveberê nû yên Rêxistina OPCW, Fernando Arias, di daxuyaniya çapemeniyê de ji bo komeleyê rojnamevanên biyanî li Hollenda, li roja sêşemê got ku tîm ji deh pisporan pêk hatiye, û di sibata sala bê wê dest bi karê xwe bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê