Milîsên PYDê yên têrorîst li gundewarê Dêra Zorê xercên derbasbûnê li ser sivîlan ferz kirin, ji bilî dorpêçkirina hin bajarokên navçeyên di bin kontrola wê de li gundewarê Dêra Zorê.
Tora xwecihî ya Dêra Zorê 24, ragihand ku milîsên terorîst ên PYDê bacên derbasbûnê li ser welatiyên sivîl ên ku di çemê Firatê re di navbera bajarokên Cenîne û Hewayic li gundewarê Dêra Zorê derbas dibin, ferz kirine.
Di heman demê de malpera Eyn el-Furat eşkere kir ku çekdarên PYDê ji duşemê bişev de, bajarokên El-Husan û El-Ceneina li herêmên di bin kontrola xwe de li rojavayê Dêra Zorê dorpêç kirine, û piştre jî topbaran kirine. Û duh sêşemê danê sibê, di heman dema qutkirina înternetê de, qedexeya derketina derve û ya derbasbûna keresteyên xwarinê sepandine, û li her du bajarokan kampanyek serdegirtin û girtinê ya berfireh pêk anî.
Pêncşema borî cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan li rojhilatê Firatê kir, û nehiştina binpêkirinên berdewam li dijî wan, ên bandorê li zarok û jinan dike, û dibe sedem ku xelk koçber bibin û li cihên ewletir bigerin.
Berekat ji rêveberiya Amerîkayê xwest ku dest ji piştgirîkirina milîsên PYD yên terorîst berde, ku Washington di daxuyaniyên xwe de wan wek “heval” bi nav dike, û got ku berdewamiya bikaranîna vê binavkirinê zirarê dide navûdengê Amerîkayê, û encamên wê yên din ên yasayî hene, bi taybetî ku ev milîs tawanên şer dikin ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine belgekirin.
Berekat got ku raporên navdewletî yên mafên mirovan binpêkirinên eşkere yên milîsên PYDê yên terorîst li navçeyên di bin kontrola wê de li rojhilatê Feratê belge dikin, sedemên ku Hevbendiya Niştimanî herdem daxwaza rawestandina piştgiriya van milîsan dike, berpirsiyarkirina sûcdarên tawanên cengê, û derfetdana xwediyên axê da xwe bi rêve bibin, li şûna modeleke stemkar a ne dûrî rejîma Esad e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî