Komîteya Amadekar a Maratona Aştî û Biharê, îro Pêncşemê li bajarê Efrînê yê gundewarê Helebê, civîneke çapemeniyê lidar xist, tê de behsa nasnameya pêşbirkê û aliyên beşdar û yên piştevan û rêzikên rêkxistinî, û hekemên çavdêr û kar û barên saxlemî û ewlehiyê kir.
Di konferansê de cîgirên serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat û Ebdulhekîm Beşar, endamê desteya siyasî Ebdullah Gedo û cîgirê serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê Mihemed Reşîd tevî hejmarek ji werzişvanên bibandor di werzîşa Sûriyê de, nûnerên Desteya Jinên Sûrî, û nûnerên hejmarek ji federasyon û komeleyên ciwanan beşdar bûn.
Konferansa rojnamevanî bi gotareke bixêrhatinê ji aliyê cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat dest pê kir, têde tekez kir ku komîteya amadekar ya Maratona Aştî û Biharê navê vê xola maratonê kir “Xola Lîwa Mihemed El-Faris”, wek rêzgirtinê jê re li ser rol û helwestên wî yên nemir di şoreşa Sûriyê de.
Berekat tekezî li ser giringiya vejandina karê werzîşê li deverên rizgarkirî kir, û guhdana Hevbendiya Niştimanî bi veberhênana enerjiya li rex ciwanan heye, û gihandina peyama hezkirin û aştiyê li deverên rizgarkirî, û ji bilî wê ku her yek ji werzişvanên sûrî karibe spora xwe ya jê hez dike bilîze.
Serokê Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Sûrî û endamê komîteya amadekar Ehmed Cemîl El-Elî, tekez kir ku bijartina Efrînê weke cihê Maratonê, ji bo nîşankirina peyama pêşbirkê ya giringiyê dide evîn û aştiyê û diyarkirina aramiya ku herêmên rizgarkirî tê de dijîn e, û tekez kir ku gelê Sûriyê her tiştî dike ji bo “jiyanê ji mirinê biafirîne”.
El-Elî diyar kir ku kesên serpereştiya rêxistina Maratona Aştî û Biharê dikin kar ji bo pêkanîna peywendiyan bi zêdetirî 46 aliyên werzîşî yên navneteweyî re kirine, da ku Maratonê bidin nasandin û wê bikin bûyerek salane, û got: “Em hewl didin ku werzîş beşdarîyê di çêkirina aşitiyê de li herêmê bike.”
Endamê Komîteya Amadekar Raîd Melhem, hûrgiliyên pêşbirkê, rêgezên wê û mijarên rêxistinî yên pê re diyar kirin û tekez kir ku peyama maratonê ew e ku “Em azadîxwaz û aştîxwaz in.”
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Têkiliyên Giştî li Komela Ciwanên Sûriyê yên Şoreşger û endamê komîteya amadekar Besam Rehîm, ravekirinek derbarê rola Komelên Ciwanên Sûriyê di organîzekirina maratonê de û handana li ser beşdarbûna ciwanan tê de pêşkêş kir. baweriya xwe bi pêwendiyên erênî di navbera beşên cuda yên civaka Sûriyê de û bihêzkirina rola civaka sivîl di warên cuda de û hevkariya di navbera saziyên şoreşê de, di nav wan de werzîş, ji bo gihandina wêneyekî cihêreng ji cîhanê re derbarê deverên rizgarkirî û rewşa aramiyê têde anî ziman.
Rehîm behsa rola Komelên Ciwanan di organîzekirina Maratona Aştî û Biharê de û misogerkirina pêşketina çalakiyê kir, û hêviya serketina çalakiyê anî ziman, ji bo nirxê hevkarî û aşitiyê bibe modelek girîng ji bo azadiya civaka Sûriyê.
Di kongira rojnamevanî de pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin, tê de wêneyên werzişvanên berê yên ku rastî tawan û binpêkirinan li ser destê hêzên Esed hatibûn, tevî wêneyên werzişvanên sûrî yên ji bo bilindkirina ala şoreşa Sûriyê têdikoşîn û peyama şoreşa Sûriyê bi riya çalakiyên werzişî bigihînin cîhanê, hatin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî