Tuesday, June 3, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Bekûra dilgiraniya xwe ya kûr li ser berdewamiya binpêkirinên li dijî penaberên Sûrî yên li Libnanê tîne ziman

April 25, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Bekûra dilgiraniya xwe ya kûr li ser berdewamiya binpêkirinên li dijî penaberên Sûrî yên li Libnanê tîne ziman

Syrians refugees prepare to leave Lebanon towards Syrian territory through the Wadi Hamid crossing in Arsal on October 26, 2022. A first batch of Syrian refugees left Lebanon today for their home country, an AFP photographer said, the first step in a new repatriation plan slammed by rights groups. (Photo by AFP)

Hevrêzkarê Girûpa Karê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, dilgiraniya xwe ya kûr derbarê binpêkirinên berdewam li dijî penaberên Sûrî li Libnanê nîşan da, û daxwaza destwerdana navdewletî ya bilez kir ji bo misogerkirina ku desthilatên Libnanê rêzê li erkên xwe yên yasayî li hember parastina penaberên Sûriyê bigirin.

Bekûra di daxuyaniyekê de got: “Em nîgeran in derbarê raporên cihê baweriyê yên di wan de hatiye ku di mehên dawî de desthilatdarên Libnanî dersînorkirinên neyasayî, girtinên keyfî û binpêkirinin din li dijî penaberên Sûrî pêk anîne,”, û da zanîn ku dersînorkirina bi darê zorê ya kesên metirsiya çewsandinê li ser wan heye, prensîba bingehîn  a nevegerandina kotekî binpê dike.

Human Rights Watch, wek amajekirina bi encamên xwe yên vê dawiyê gihiştiyê, got ku hêzên leşkerî û ewlekarî yên Libnanê çalakvanên opozisyona Sûrî û endamin artêşê yên ji rijêmê cuda bûne dersînor kirine, ku dibe ew kes rûbirûyê serederiyeke tund bibin eger ew bo Sûrîyê bên vegerandin, û raport amaje dikin ku rewşin cihê dilgiraniyê yên girtina keyfî ya penaberan û radestkirina wan bo dezgehên îstixbarata Sûriyê yên ku bi hovîtiya xwe navdar in hene.

Bekûra bal kişand ser dersînorkirina Rifaet El-Faleh, yê ku di heyva kanûna duwem de ji hêzên rejîmê cuda bibû, piştî ku ji ber nebûna belgeyên niştecihbûnê hat girtin, û nûçeyin cihê baweriyê hene diyar dikin ku El-Faleh niha di Beşa Îstixbarata Leşkerî de ya bi Şaxa Felestînê û Şaxa 235 li Şamê navdar e de girtî ye. Her weha dilnîgeranî hene derbarê raportên îşkencekirina zilamekî Sûrî ji aliyê efserên îstixbarata Libnanî ve, bi armanca neçarkirina wî li ser mukurhatina bi têkiliyên xwe li gel komên terrorist, piştî ku di xwepêşandaneke piştgiriyê de hatibû girtin.

Bekûra tekez kir ku serederiya xirab, dersînorkirina neyasayî û metirsiyên ku heye penaber rûbirûyê wan bibin, kiryarin redkirî ne û binpêkirineke eşkere ye ji aliyê Libnanê ve ji erkên wê yên li gorî yasayên navdewletî re.

Bekûra bang li ajansên Neteweyên Yekbûyî û welatên bexşkar ên ku alîkariya hêzên ewlekariya Libnanê dikin kir û ji wan xwest ku bi awayekî aktîf destwerdanê bikin ji bo misogerkirina ku ev alîkarî di binpêkirina mafên mirovan de li dijî penaberan nayên bikaranîn.

Bakura herwiha got: “Binpêkirinên wek îşkence, dersînorkirina dervî yasayê û vegerandina bi darê zorê, ziyanê digihîne rewşa mafên mirovan li Libnanê, û divê hemû welatên ku piştgiriya hêzên Libnanî dikin, karîna xwe bikar bînin da ku pabendiya bi yasayê misoger bikin û rê li binpêkirinên zêdetir li dijî van kesên xizan bigirin.”

Bekûra wiha jî got: “Mekanîzmayên çavdêriyê yên mukum, nirxandinên rêzgirtina mafên mirovan û piştgiriya ji bo ku Libnan çavdêriyeke serbixwe bike, gavin girîng in ji bo parastina penaberan.”

Bekûra di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku her vegerek ji bo Sûriyê divê bi dilxwazî ​​be û di rewşeke ewle rûmetdar de be, piştî ku şert û mercên guncav hebin, û ew merc hêjî ji ber şerê berdewam peyda nebûne.

Daneyên Neteweyên Yekbûyî destnîşan dikin ku zêdetirî 13,700 Sûrî bi awayekî bilez hatine dersînorkirin, an jî rê li wan hatiye girtin ku derbasî Libnanê bibin ji bo penaberiyê di sala 2023an de. Her weha raporin cihê nîgeraniyê hene derbarê zêdebûna tundûtûjî û gefxwarinê û astengiyên li ser bingeha nijadperestî yên ku şaredariyan dijî penaberên sûrî di hefteyên bûrî de sepandine.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Desthilatdarên LibnanêPenaberên Sûrî
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Derbarê êrîşa çekdarên PYDê yên terorîst li ser Encûmena Niştimanî ya Kurd

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.