Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, êrîşa eşkere ya milîsên PYDê yên terorîst li ser du baregehên partiyên ser bi “Encûmena Niştimanî ya Kurdî” ve li parêzgeha Hesekê û şewitandina kelûpelan û wêrankirina bi mebest ji herdû baregehan re li bajarê Qamişlo, herweha hewldana şewitandina ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Tirbespyê di heman dem de, sibeha roja çarşembê, şermezar dike.
Kiryarên berdewam ên tepeserkirinê ji aliyê milîsên PYDê ve, rijdiya wê li ser bikaranîna terorê weke siyaseteke giştî û nebawerbûna wê bi azadî, pirrengiya siyasî û pirojeyên netewî piştrast dike, û tekez dike ku ew ji rijêma Esed ne cuda ye ji aliyê kiryarên tepeserkirinê û pêkanîna tawanan dijî sivîlan ji bo bêdengkirina tevaya rikberên xwe.
Hevbendiya Niştimanî bangê dide civaka navdewletî, bi taybetî welatên piştgirên van milîsên terorîst yên ku gef in li ser ewlehî û aramiya herêmê û aloziyan di nav pêkhateyên gelê Sûriyê de zêde dikin, ku gavên mukum bavêjin ji bo rawestandina piştgiriya wan û rawestandina binpêkirinên wan ên berdewam li dijî nişteciyan li herêmên ku lê hene.
Hevbendiya Niştimanî helwesta xwe ya piştgiriya mafên hemû pêkhateyên Sûriyê tekez dike, da gel bi awayekî azad û bê tirs û teror bijî, di nav de azadiya avakirina partiyan û xebata wan ya siyasî û destûrdana mangirtin û xwepêşandanên aştiyane, û tekez dike ku daxwaza sûriyan dewleteke azad, demokratîk û yekgirtî ya li gor dadwerî û hemwelatîbûna wekhev û pirrengiya siyasî were birêvebirin e.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
25 nîsan 2024