Wednesday, June 11, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

Hevbendî beşdarîyê di çalakiyeke berfireh a ku ji aliyê Kombûna Turkmenên Sûrî ve li gundewarê Helebê hatiye rêxistinkirin de dike

April 26, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
Hevbendî beşdarîyê di çalakiyeke berfireh a ku ji aliyê Kombûna Turkmenên Sûrî ve li gundewarê Helebê hatiye rêxistinkirin de dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra û cîgirên serok Ebdulmecîd Berekat û Ebdulhekîm Beşar, beşdarî di çalakiyeke hevnaskirina civakî ya mezin de kirin, ku ji aliyê Kombûna Turkmenên Sûrî ve li bajarokê Ra’il li gundewarê Helebê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de hejmarek ji endamên desteya siyasî û desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî, serokê Meclisa Tirkmenên Sûriyê Mehmûd Silêman û hejmarek ji endamên Kombûnê û rûspiyên ereb û kurdên deverê û bazirgan, pîşesaz û nûnerên sendîkayan û encûmenên herêmî amade bûn.

El-Behra bal kişand ser girîngiya van çalakiyên ku pêkhate û beşên civaka Sûriyê li hev kom dikin, û da zanîn ku ev kar derfetê dide sûriyan ji bo diyalogeke cidî derbarê welatê xwe pevre bikin, da li ser kêşe û astengiyên ku rû bi rû dimînin û riyên çareseriyê û Sûriya ku ew dixwazin biaxivin.

El-Behra tekez kir ku şêniyên Sûriyê îro zêdetir nêzîkî hev bûne, ji ber ku rêwîtiya koçberî û penaberiyê, tevî êş û metirsiyên ku têde dîtin, derfetek bû ji wan re ku hevûdu nas bikin û adet û kevneşopiyên xwe ên ku bi tevaya xwe çanda Sûriyê ya berfereh pêk tîne pev bidin nasîn, û hemû pilanên xerab ên ku dezgehên istixbaratî yên rejîmê saz dikirin ji bo gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê de eşkere bikin.

Her wiha El-Behra got: “Em dixwazin bigihêjin dewleteke wekheviya hemwelatîbûnê, ku tê de hemwelatî di maf û erkên xwe de wekhev bin, dewleteke ku nasnameya çanda tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê mukum bike û wan mîna beşekî sereke ji çanda welat nîşan bide, û tekez dike ku Sûriye bi cihêrengiya xwe ya şaristanî, çandî û pirrengiya xwe naskirî ye.

El-Behra dawîn pêşhatên meydanî û siyasî şirove kirin û tekezî li ser giringiya destpêkirina bîr û baweriyên li ser bingeha hevpariyê di hilgirtina baran û bicîanîna erkan de li gor planeke yekgirtî kir, ku ev rê dide hemû aliyên çalak , ji saziyên fermî yên şoreşê , rêxistin û kesan, ji bo kêmkirina êş û azarên gelê Sûriyê û bicîanîna daxwazên xwe yên dadmendî, azadî, wekhevî û demokrasiyê.

El-Behra li ser pêwîstiya xebatê ji bo pêşxistina bakurê Sûriyê ji bo veguhestina rewşê, ji selikên xwarinê ber bi zêdekirina şiyanên hilberînê li deverê, axivî. Û bal kişand ser wê yekê jî ku vejandina aboriya xwecihî li wan deveran derfetê dide sûriyan ku li welatê xwe bimînin û bi penaberiya li welatên din neramin.

El-Behra tekez kir ku guhdana navdewletî bi Sûriyê û azarên xelkê wê kêm dibe, ji ber zêdebûn û pirbûna krîzên navdewletî û rewşa aborî ya çendîn welatên alîkar, ku bûdceya xwe ji bo alîkariyên mirovî li hemû welatên cîhanê kêm kirine, di demekê de ku pêdawîstî her sal li Sûriyê zêde dibin. Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî pêkhateyeke bingehîn e ji Desteya Danûstandinan a Sûriyê, û ew dê beşdariyê di kongireya Brûkselê ya dahatî bike, û kar ji bo pêşkêşkirina van pirsgirêkan bike, û welatan han bide li ser ku sozên xwe yên derbarê gelê Sûriyê pêk bînin.

El-Behra tekez kir ku rêya herî girîng ji bo guhertina awayê serederiya navdewletî li gel Sûriyê û daxwazên gelê wê yên ku ji bo bidestxistina wan serî hildaye, guhertina ketwara Sûriyê ye. Û tekez kir ku ji bo gihîştina vê armancê pêwîstiya me bi hevkarî û parvekirina bar heye, ji ber ku qebareya kar û berpirsiyariyê mezin e.

Ji aliyê xwe ve cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar spasiya kesên ku ev çalakî organîze kirine kir, û tekez kir ko Rêjîmê hewl dida nakokiyan di nav gelê Sûriyê de gur bike, û şoreşa Sûriyê ev derewên rêjîmê eşkere kirin.

Beşar bal kişand ser wê yekê ku şoreşa Sûriyê hişt ku gelên Sûriyê hevdu nas bikin û sînorên ku rêjîmê di nav wan de ava kiribûn hilweşînin, nemaze ku hemû niha heman êşê dikişînin û xwedan hêvî û daxwazên hevpar in.

Beşar got ku divê gelê Sûriyê bi hev re biramin bi armanca dîtina baştirîn rê ji bo avakirina Sûriya nû ya ku hemû gelê Sûriyê pê serbilind bin û bixwebaweriya wan li wan vegerîne.

Beşar tekez kir ku rêjîma Esed rejîmeke ku karek pê hatiye spartin e, lê nema bikêr tê, û êdî nema kare erkên ku jê re hatine destnîşankirin pêk bîne, û ew bûye hejmarek ji çeteyên hinartina terorê û madeyên hişber. Herweha Beşar tekezî li ser dadgehkirina kesên ku tawanên şer li dijî gelê Sûriyê pêk anîne kir.

Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku beriya rêxistina PKK ya terrorist li dijî çi pêkhateyê din be, ew li dijî kurdan û berjewendiyên wan e.

Her weha cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat, bixêrhatina hemû amadebûyan kir, û tekezî li ser giringiya berdewamkirina van çalakî û civînan û parastina hevgirtina niştimanî ya Sûriyê kir, ku hemû gelê Sûriyê di nav xwe de dihewîne, da bibe modeleke şaristanî ya ku exlaqê rast ê gelê Sûriyê têde diyar bike.

Ji aliyê xwe ve, kesên amade li ser giringiya van civînan û gihiştina serkirdayetiyek hevbeş a ku nûneratiya pirojeya nû ji bo Sûriya bike, pirojeyê şoreşa Sûriyê, piştî derbasbûna 13 salan di ser destpêkirina wê re hatiye berhemdan, axivîn.

Di civînê de amadebûyan behsa encamên nerênî yên ku rê li ber pêşketinê li navçeyên rizgarkirî digirin axivîn, û gotin ku ew ji encama nebûna hemahengî û hevkariyê di navbera aliyên curbicur de ye, û karkirina her aliyekî bi tena serê xwe, bêyî ku bawerî bi giringiya xebata hevbeş hebe.

Amadebûyan diyar kir ku pirsgirêkên mezin di sektorên curbicur de hene, û pêwîstiya wan bi çaksazkirinên ji kok ve heye, û amaje bi wê yekê kirin ku pêwîst e sûde ji tevaya kesên xwedan bawername û karîn û pisporên li navçeyên rizgarkirî were dîtin, têkevin cihê guncaw de ji bo çakkirina awayê karê tevaya saziyan.

Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: çalakiya civakîGundewarê Helebê
Share1TweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Rehma: Radestkirina Desthilatên Libnanî ji girtiyên dijber ji rêjîma Esed re bazirganiya bi jiyana wan e

Rehma: Radestkirina Desthilatên Libnanî ji girtiyên dijber ji rêjîma Esed re bazirganiya bi jiyana wan e

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.