Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, hişyarî da li ser metirsiya tiştên ku desthilatên Libnanî dikin, ku hevahengiyê bi rêjîma Esed re dike ji bo radestkirina girtiyên li rex xwe ji Rêjîmê re, û tekez kir ku tiştê ew dikin gava yekem a tawanê ye, ku wê di encamê de ew kesên ber bi rijêma Esed de werin dersînorkirin bên girtin an kuştina.
Rehma got: “Reva desthilatdarên Libnanî ji qeyranên xwe yên navxweyî ber bi dijatiya penaberên Sûrî de, bi awayekî ku rasterast jiyana wan dixe metirsiyê de, bazirganîya bi jiyana xelkê bêguneh e, û beşdarî li gel rijêmê ye di binpêkirinên li dijî derbideran de.”
Rehma herwiha got: “Serederiya rêjîma Esed bi penaberan re mîna ya bi tawankaran re ye, û bi sedan raportên piştrastkirinê hene li ser reftarên hovane yên ku rijêm li dijî dersînorkiriyan dike, çi ji Libnanê û çi ji deverên din, ku dighêje asta kuştinê.”
Rahma tekez kir ku divê destwerdana navdewletî ya bilez û kartêker hember tedbîrên vê dawiyê yên desthilatên Libnanî hebin, ji bo rizgarkirina xelkê xizan ên ku ji bermîlên rêjîma Esed û terora milîsên Hizbullah reviyane, û li jiyaneke ewle û aram digerin. Bi taybetî piştî bi dehan bangên ku arasteyî hikûmeta Libnanê hatine kirin da dest ji vê siyaseta ku berovajî nirxên mirovî û rastiya peywendiyên dostane yên di navbera herdu gelên Sûriya û Libnanê di salên borî de hene.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Rêkxistinên wê û Emîndarê Giştî kir ku hewlên tên xwestin bidin ji bo rawestandina binpêkirinan li dijî penaberên Sûriyê li Libnanê, û ronîyê bidin ser azarên penaberên Sûrî li Libnanê da tevaya cîhanê bibîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî