Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku belavbûna madeyên hişber û pîşesazî û bazirganiya bi wan li Sûriyê û birina wan bo welatên din ên herêmê û cîhanê, metirsiyeke mezin e, ji ber ziyanên giran ên ew digihînin bingeha civakên ku li wan belav dibin, û pêkhatina tawanan, ji bilî bikaranîna wê ji aliyê rêjîma Esed ve weke amûreke sereke ya fînansekirinê ji bo bidestxistina çekên ku li dijî sivîlên bêhuneh bikar tîne.
Pabendbûna civaka navdewletî bi jinavbirina madeyên hişber û nehiştina bazirganî û balvkirina wan, daxwazeke sûrî, herêmî û cîhanî ye, divê hemû welat siyaseteke tund û bilez bi kar bînin ji bo rawestandina metirsiya belavbûna wan ya berdewam. Di vê derbarê de Hevbendiya Niştimanî amaje bi giringiya pesendkirina Encumena Nûneran û ya Pîran ên Amerîkayê ji projeyasaya Keptagon2 re dike.
Îmzekirina wê ji aliyê serok ve û derxistina wê weke yasayekê, yasaya “Captagon 1” ya berî wê bihêztir dike, û hin valahiyên tê de hene jî dadigire. Û herwiha rê dide sepandina sizayên nû li ser rêjîma Esed, ku ya herî dawî têkbirin û jinavbirina torên girêdayî rêjîma Esed e. Hevbendî tekezîyê li ser pêwîstiya bikaranîna hemû rêyên têkbirina jêderên darayî yên rêjîma Esed û milîsên girêdayî wê dike, ji bo têkbirina şiyana wan a pêkanîna tawan û komkujiyan li dijî gelê Sûriyê .
Di vê helkeftê de, Hevbendiya Niştimanî pesna xebatên mezin ên rêxistinên Amerîkî yên Sûrî û bizavên civaka Sûrî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di pêkanîna dadweriyê li Sûriyê dike, û hêvî dike ku hikûmeta Amerîkî çavkaniyên pêwîst ji bo cîbicîkirina wê yasayê wek alaveke bibandor bikar bîne û rê nede rijêma Esed ku di riya awayên xwe yên ne rewa re ji sizayan bireve.
Hevbendiya Niştimanî bang li welatên cîhanê dike ku li ser hemû astan kar bikin ji bo pêkanîna dadweriyê li Sûriyê û şer li dijî gefên Kaptagon û madeyên hişber ên ji her cureyî bikin, bi rêya sepandina sizayên zêdetir li ser rêjîma Esed, ya ku aştî û ewlehiya navdewletî bi riya çêkirin û hinardekirina madeyên hişber ji navçeyên di bin kontrola wê de li Sûriyê bo welatên cîhanê, weke ku piştrast dike, ji bilî cîbicîkirina biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî, bi taybetî biryara 2118 (2013) û 2254 (2015), ti rê ji krîzên Sûriyê re bi taybetî û li herêmê bi giştî nîne. û pêkanîna hêviyên sûriyan ji bo bidestxistina dewleta yasa, azadî û demokrasiyê, ji bo ku bibe dewletek ku bikaribe têkelîyên erênî di krîzên ku herêm tê de ye ava bike, û rola xwe ya xwezayî di pêşvebirina herêmê de bilîze û ewlehî, aramî û aştiya navneteweyî mukum bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
26 nîsan 2024