Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasît Ebdulletîf, operasiyonên leşkerî yên berdewam ên hêzên rêjîma Esed li dijî sivîlan li navçeyên rizgarkirî şermezar kirin, û tekez kir ko berdewamiya vê serederiya leşkerî bûye sedema wêrankirina welat, kuştina bêgunehan û neçarkirina sûriyan li ser gera li penageheke ewle ji xwe û zarokên xwe re.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser wê yekê ku kuştin û wêrankirin ne ji bo bidestxistina ti armanceke leşkerî ye, ew tenê bi armanca tolhildanê û nehiştina jiyaneke ewle û aram e li Sûriyê û nehiştina avakirina modeleke jiyanê ya seqamgîr a dûr ji desthilata stemkar.
Ebdulletîf tekez kir ku di demekê de ku penaberên Sûrî li hin welatên ku wan pêşwazî dikin rastî astengiyan tên, rêjîma Esed bi berdewamî gefan li jiyana sivîlan dixwe û nahêle ku ew jiyaneke aram û ewle bi dest bixin, yan jî di jîngeheke ku derfetên kar û xizmetên bingehîn ên jiyanê ji wan re peyda dike de bijîn.
Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku çareseriya siyasî li Sûriyê tê xwestin ji bo bidawîkirina azarên Sûriyê û kirîza penaberan, û daxwaza aktîvkirina proseya siyasî û karkirina ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê kir, bi taybet daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Ji duh duşemê de heta sibeha sêşemê, deverên rizgarkirî bi rêya dironan û mûşekên arastekirî hatin êrîşkirin, di encamê de hejmarek ji sivîlan ku zarok û jin jî di nav wan de habûn bûn qurbanî.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê diyar kir ku 5 sivîl du zarok û jinek di nav wan de, ku hemû ji heman malbatê ne, birîndar bûn, piştî ku otombêla wan îro sêşemê li bajarê Daret Ezzê li gundewarê Helebê ji aliyê firokeyeke bêpîlot a xwekujî a hêzên rêjîmê ve hate armanckirin, her weha du otombîlên sivîlên din jî û devera bazara gelerî li bajarê Daret Ezzê, bi balafirên bê firokevan ên xwekujî hatin êrîşkirin lê ti ziyanên canî nehatine ragihandin.
Çalakvanên xwecihî diyar kirin ku gundên Heleb û Laziqiyê bi heman armancê ji aliyê balafirên bêpîlot ên xwekuj ve hatin armanckirin, ti ziyanên canî nehatine tomarkirin, di heman dema topbarankirina gundên El-Hebata, Şêx Silêman û Kefer Natîn li gundewarê Helebê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî