Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, tekez kir ku gefxwarina girtina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên wê ji aliyê milîsên PYDê yên zordar ve, di mijara destûrdana vekirina ofîsan de, ne mijareke nû ye, û amaje kir ku ev kar jî hewildaneke din a bêencam e wek hewildanên berê, di çarçeweya astengkirina karên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û biçûkxistina rola wê de ye, û ew di wan hewildanên xwe de têk çûye.
Cîgirê Serok îro sêşemê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku em weke Encûmena Niştimanî ya Kurdî dibînin ku PYD desthilateke defakto ya nerewa ye, xwe bi darê zora ferz kiriye, û helwesta Encûmena Niştimanî di vê çarçoveyê de ye zelal e û nehatiye guhertin.
Cîgirê serok herweha got ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi temamî red dike ku destûrdanê ji bo xebata xwe ya siyasî û vekirina ofîsên xwe ji deshilateke ku li ser bingeha zordestî, stemkarî û kiryarên tirsandinê ava bûye bixwaze, û amaje bi wê yekê jî kir ku PYD hewl dide ku rola Encûmena Niştimanî wek nûnerê rewa yê kurdan li Sûriyê biçûk bike, ji ber ku ew desthilat hîn jî ji hebûna encumenê di nav gel de ditirse, lewma bi her awayî astengiyan ji karê wê re derdixe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî