Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Di salvegera heftê û heştemîn a roja derketina Fransayê ji xaka Sûeiyê de, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi vê helkefta giranbuha li ber dilê tevaya Sûriyan, rêz û silavan arasteyî gelê Sûriyê dike, ji ber ku di riya wê rojê re gelê Sûriyê viyana xwe ya azadiyê û pabendbûna bi cîbicîkirina erkên ku bav û bapîran dane ser milên wan derbarê serxwebûn û yekitiya Sûriyê bi ax û gelê wê ve nîşan dan, û ew yekem serxwebûn bû ku wan di ber de qurbanî dan ji bo neviyên wan bi azadî li welatê xwe yê serwer û serbixwe bijîn, welatê ku rûmeta wan diparêze, mafên wan dabîn dike, û ew jî canê xwe di ber de didin.
Roja serxwebûnê (17ê nîsana 1946) bîranîneke afrêner e ji Sûriyan re û handaneke giyanî ye ji bo xurtkirina xweragirîyê di şoreşê de, dema rabûn ser piyan ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û destûrî û rizgarbûna ji serdema stemkarîyê û nebûna serweriya qanûnê, û nûkirina hêza wan ji bo derxistina milîsên mezhebî yên terorîst û hêzên biyanî yên ku rêjîma Esed ew anîne ji bo hovîtiya xwe xwirt bike, û pişta xwîndarbûna wê bigirin li dijî şoreşgerên sûrî yên ku doza azadî, dadmendî û demokrasiyê û mafê xwe di dewleteke hemwelatîbûna wekhev de dikin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku nûkirina serxwebûna Sûriyê û vegerandina serweriya gelê wê li ser tevaya xaka wê, dê bi rêya yekrêziya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyan ve be, ji bo rizgarkirina Sûriyê ji hemû şêweyên dagîrkeriyê, hêzên tundrew û terorîstan, û xebitîna ji bo avakirina paşerojeke geş a ku zarok û neviyên me şayistên wê ne, û li gor qurbaniyên gelê me ne, ji Şoreşa Sûrî ya Mezin a 1946 de, a ku bû sîsika yekemîn serxwebûnê, ta Şoreşa Sûrî ya gewre di sala 2011 de, şoreşa rûmet û dadwerî û azadiyê, şoreşa serxwebûna duwemîn, ya ku dê Sûryê veguhêze qonaxa dewleteke demoqrat a li ser piralîbûna siyasî û serweriya yasayê ava bibe, bêyî ku çi cudahî di navbera Sûriyan de hebe.
Hevbendiya Niştimanî bawer e ku dê gelê Sûriyê biser bikeve, û ala azadî û serxwebûnê careke din bilind bike, û cejneke nû ji qonaxeke nû re biafirîne, têde welat bi hêza milê gel û dilsoziya wî û hezkirina wî ji jiyanê re piştî bidehên salan ji stemkarî û têkoşînê ava bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
17 nîsan 2024