Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Sûriyê, vexwendin-name ji 46 dezgehên werzişî yên navdewletî re şandin, ji bo ku beşdarî Maratona Aştî û Biharê bibin, ya ku dê di 27ê Nîsanê de li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê were lidarxistin.
Hevbendiya Niştimanî di vexwendinê de tekez kiriye ko ew hewil dide bi rêya Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Sûrî re, werzîşê li herêmên rizgarkirî vejîn bike, û spor bibe beşek ji jiyana hemû endamên civakê, bi rêka organîzekirina bername û çalakiyên werzişî.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku Maratona Aştî û Biharê li Efrînê yek ji van çalakiyan e, û ev yekemîn care ku xebatek bi vî rengî li herêmê pêk tê, û pêşbirkeke beza 10 kîlo metran beşek jê ye da li gorî karîna hemû pêkhateyên civakê be.
Û diyar kir ku nêzîkî 200 kesî ji kategorî û temenên cuda dê beşdarî maratonê bibin, û kesên ku pileya yekem werbigirin dê xelatên darayî bo wan bên pêşkêşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî