Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ko raporên navdewletî yên mafên mirovan ên ku binpêkirinên eşkere yên milîsên PYDê li navçeyên di bin kontrola wê de li Rojhilatê Firatê belgeh dikin, nîşan in li ser ku çima Hevbendiya Niştimanî daxwaza rawestandina piştgiriya van milîsan û dadgehkirina tawankarên cengê dike, û dixwaze ku xwediyên xakê devera xwe bi rê ve bibin li şûna modeleke stemkarî ya mîna rejîma Esed.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Berekat tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan li rojhilatê Firatê kir, her weha li ser girtina rê li ber binpêkirinên berdewam ên dermafê wan tên kirin, û zarok û jin jî dibin qurbanî û dibe sedem ku xelk koçber bibin û li cihên ewletir bigerin.
Berekat bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku dest ji piştgiriya milîsên PYD yên terrorist ên ku Washington di daxuyaniyên xwe de wan wek “Hevkar” bi nav dike berde, û got ku berdewamiya bikaranîna vî navî ziyanê dighîne navûdengê Amerîkayê û encamin yasayî davêje ser milê wê, bi taybetî ku ev milîs tawanên cengê yên ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve tên belgekirin pêk tînin.
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporteke xwe ya vê dawiyê de, milîsên PYDê yên terorîst bi pêkanîna tawanên cengê yên berfireh li dijî bi deh hezarên sivîlan, di nav de girtin û îşkencekirin, tawanbar kirin.
Saziya navdewletî got ku tevî ku zêdetir ji pênc salan di ser têkçûna DAIŞê li deverê derbas bûne, hîn bi dehhezaran kes bi awayekî keyfî ta demeke nedîyar girtî ne. Û got ku gelek ji wan di şert û mercên nemirovane de girtî ne û rastî îşkenceyê tên wek lêdana tund û hiştina wan di rewşin xerab de û işkenceya bi elektrîkê, û cudakirina işkenceya girtiyan li gor jêdera civakî, û bihezaran bûne wendayên kotekî, û jin bi awayekî ne rewa ji zarokên wan hatine dûrxistin.
Li ser vê yekê, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan du raportên cuda belav kirine, tê de diyar dike ku çekdarên PYDê yên terorîst di 16ê nîsana 2024an de herdu zarokên bi navê Yûnis El-Mihemed û Îbrahîm Celal li parêzgeha Dêrezorê girtine û Hemze Mihemed Elî El-Ekkam ê 12 salî li parêzgeha Helebê di heman dîrokê de birine leşkeriyê.
Torê tekez kir ku 85% ji girtiyên di destê milîsên PYDê yên terorîst de bûne wendayên kotekî, di heman demê de nêzîkî 309 zarokan hîn wek leşkerên neçar li kampên wan milîsan in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî