Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duhî, Pêncşemê, civîna xwe ya asayî li dar xist, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî û binpêkirinên ku penaberên Sûrî li welatên curbicur rastî wan tên, bi taybetî pêşhatên dawî yên li welatên cîran gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, şiroveyek kurt pêşkêş kir û tê de behsa pêşhatên rewşa penaberên sûrî yên li Libnanê kir û li ser rewşa penaberên Sûriyê li Îraqê û dersînorkirinên ku bandor li hejmarek ji wan kiriye axivî, û li ser hewildanên Hevbendiya Niştimanî di vî warî de û peywendiyên ku bi desthilatên navdewletî re dike ji bo dabînkirina parastin û ewlehiya penaberên Sûrî rawestiya.
Her weha Serokê Desteya Danustandinan a Sûrî Bedir Cemûs, kurteyek li ser çalakî û amadekariyên desteyê ji bo kongirê Brûkselê pêşkêş kir, û pêşniyara Netewên Yekgirtî ya ji bo damezirandina sindoqa Saxbûna Zû gotûbêj kir. Û nerazîbûn derbarê mîkanîzma avakirina sindoqê û cihê navenda wê diyar kir, paşê li ser pêşhatên dawî yên derbarê lidarxistina gera nû ya civînên Komîteya Destûrî û berdewamiya Rêjîmê di astengkirin wê de ji bo ji biryara Encûmena Ewlekariyê jimare 2254 bireve axivî.
Paşê rewşa pesendkirina yasaya Captagon2 ya ji aliyê Encûmena Nûnerên Amerîkî ve derketiye gotûbêj kirin, û behsa giringiya wê di şerê li dijî madeyên hişbir û sînordarkirina jêderên darayî yên rêjîma Esed de, yên ku wan ji bo fînansekirina şerê xwe yê dijî gelê Sûriyê bikar tîne kirin.
Û kesên amade li raporên nûner û ofîsên Hevbendiya Niştimanî yên li Almanya, Fransa, Urdun, Îtalya, Hatay ,Gaziantep û Misir, ên li ser çalakiyên wan, her weha li raportên derbarê pêşhatên meydanî û rewşa leşkerî û xebata Girûpa Kar ya Partî û Tevgerên Siyasî guhdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî