Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xistina jiyana Sûriyên bêguneh, ên ji neçarî li ewlehiyê digerin, di nav metirsiyên deryayê de û redkirina rizgarkirina wan di wan rewşên xerab de şermezar kir, ji ber ku ev kiryarên li dijî wan tên pêkanîn berovajî biryarên cîhanî yên mafên mirovan in, di nav de benda wê ya sêyem ku tê de hatiye: “Her kes xwedî mafê jiyan, azadî û ewlehiyê ye” û paragrafa yekê ya xala çardehemîn, ku dibêje “mafê her kesî heye ku li welatek din bigere û sûdê jê werbigire, da ku ji çewisandinê rizgar bibe.” Û ew siyaseta astengkirinê ji aliyê desthilatdarên Qibrisê ve dermafê penaxwazên sûrî dijî van madeyan tê dîtin, ku binpêkirina herî dawî pêşîlêgirtina qeyikên neguncav û bê alavên ewlekarî bû, bi dehan penaberên sûrî yên ji Libnanê derketibûn têde bûn, ewên ji ber metirsî, binpêkirin, şert û mercên ewlekarî yên li wir û siyasetên cihêkariyê û gefxwarina li wan ku bi zorê vegerin Sûriyê bazdabûn, û lêgerîna jiyaneke ewle ya bi rûmet a ku pêdiviyên wan ên jiyanê yên bingehîn garantî dike take-çare li pêşiya wan mabû.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji desthilatên Qibrisê dike ku biryar û siyasetên xwe li hember penaberên Sûrî careke din binirxînin, û bang li Netewên Yekbûyî û bi taybetî Komîseriya Bilind a Netewên Yekgirtî kir ji bo berpirsiyariya xwe li hember penaberan hilgire û wan rizgar bike.
Hevbendiya Niştimanî ji hemû welatên mêvandar re tekez dike ku penaberên Sûriyê qurbaniyên çewsandineke sîstematîk a ji aliyê rêjîma Esed û hevkarên wê ve li dijî miletê Sûriyê pêk tê ne, ku xelk neçar kirin ku li derveyî welatê xwe li mafê penaberiyê bigerin da ku jiyana malbatên xwe biparêzin. Û ew gefên ewlekarî hê jî hene ji ber berdewamiya astengkirina proseya siyasî ji aliyê rêjîma Esed ve û sûrbûna wê li ser çareya tepeserî û tawankariyê.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku êşên mirovî yên ku xelkê Sûriyê dijîn, di nav de derdê penaberî û koçberiyê, yên bi cîbicîkirina civaka navdewletî ji erkên xwe yên yasayî û exlaqî re li hember pirsa miletê Sûriyê bi rêya pêkanîna tam û tund a ewlehiyê û biryarên Encûmenê yên li ser Sûriyê ve girêdayî ne, bi taybetî biryarên 2118 (2013) û 2254 (2015), ji ber ku ew dergehek in ji bo çareserkirina qeyranên Sûriyê, vegera penaberan bo welatê xwe û avakirina Sûriyeke yekgirtî bi alîkariya wan, li gor pransîbên azadî, edalet, demokrasî û serweriya yasayê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
19 nîsan 2024