Daxuyaniya Koçadawîkirinê
Hevbendiya Niştimaniya ya Sûrî, bi xemgîniyeke mezin şîna astronotê Sûrî General Mihemed Ehmed Faris dike, ku îro li Tirkiyê koça dawî kir, piştî derdkêşana nexweşiyê. Faris sala 1951ê li parêzgeha Helebê ji dayik bûbû.
Wî cihekî xwe yê bilind di dilê Sûriyan de hişt, ji ber ku ew yekemîn astronotê Sûrî û duyemîn Ereb bû ku di sala 1987an de hilkişiya ezmanan. Hejmarek lêkolînên wî yên zanistî hebûn ku li ezmanan temam kirin, her weha bi dehan vekolînên di warên pîşesazî, erdnîgarî, kîmyawî û pizîşkî û çavdêrîkirin û pelandina ji ezmanan de pêk anîn, û piştî wê bi destberdana ji rêjîma Esed di sala 2012an û tevlêbûna nav şoreşa Sûriyê û gelê ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe , helwesteke wêrekî nîşan da, ji ber vê yekê Sûriyan ew kir semboleke niştimanî û rêz û hurmeteke mezin danê.
Koça dawî ya Mihemed Faris ji bo gelê Sûriyê û cîhana ereb xisareke mezin e, bê guman xebat û destkeftiyên wî dê wî di dilê nifşan de zindî û geş bihêlin.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê pêşkêşî malbata şehîd, kesûkarên wî, hevalên wî, hemû hezkirên wî û gelê Sûriyê dike, û ji Xwedayê gewre dixwaze ku wî bi dilovaniya xwe şad bike, û aramî û sebrê bide malbat û kesûkarên wî.
Em tev yên Xwedê ne, em careke din lê vedigerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Dezgeha Ragihandin û Peywendiyan
19ê nîsan, 2024