Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekezî li ser giringiya tiştên ku di daxuyaniya wezîrên derve yên G7 ya sala 2024an de hatiye kir, bi taybetî nûkirina pabendbûna bi piroseya siyasî li gor biryarên navdewletî, herwiha pabendbûna bi pêkanîna dadmendîyê û berdewamiya piştevaniya mirovî ji gelê Sûriyê re.
El-Behra tekez kir ku qurbaniyên Sûriyê hîn jî li benda dadweriya navdewletî ne bi rêya tedbîrên rastîn ên ku hîn jî nehatine dîtin, ji ber ku civaka navdewletî fişara pêwîst li ser rêjîma Esed nake, û ew hîn di binpêkirinên xwe de berdewam e bi piştevaniyê hevkarên xwe, ji ber ku baweriya wê bi pêvajoya siyasî nayê û ew hîn di kiryarên xwe yên serkutkitin û tawankariyê de berdewam e.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku berdewamiya piştevaniya civaka navdewletî ji biryarên 2254 û 2118 ên Encûmena Ewlekariyê re li gorî hêviyên Sûriyan ên azadî, demokrasî û dadperweriyê ne, lê wî hişyarî da ku sistbûna di cîbicîkirina biryarên navborî de bûye sedema berdewamiya azarên gelê Sûriyê, û hişt ku rêjîma Esed gelek qeyranan li welat çêbike, û tawanên cengê û binpêkirinan li dijî sivîlên bêguneh berdewam bike.
Wezîrên derve yên G7 ku li Îtalyayê civiyan, derbarê rewşa Rojhilata Navîn bi taybetî ya Sûriyê, daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li ser pêbendbûna xwe bi proseya siyasî li Sûriyê li gor biryara jimare 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî kirin, her weha dabînkirina edaletê ji bo mexdûran, û dadgehkirina hemû aliyên kartêker ên berpirsyar in di ber binpêkirina dadweriya navdewletî de, di nav de yasaya mirovî ya navneteweyî û ya mafên mirovan.
Daxuyaniyê tekezî li ser pêwîstiya azadkirina yekser ji hemû sivîlên bi awayekî keyfî hatine girtin, û zelalkirina çarenivîsa kesên bi darê zorê hatine windakirin kir, û berdewamkirina piştgiriya gelê Sûriyê bi rêya alîkariyên mirovî ji bo bicihanîna pêdiviyên wî, di nav de alîkariya ji bo zû welat bi ser xwe ve were û tedbîrên ji bo xurtkirina karînên xweragiriya wan werin standin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî