Sindoqa Qerzdanê ya nûavakirina Sûriyê, raporek li ser destkeftên xwe yên herî girîng di sala 2023an de belav kir, ku sala dehemîn a kar û berfirehbûna wê û piştgiriya wê ji nermiya civakî re ye, têde 35 proje cîbicî kirine bi bûdceyeke giştî yê gihişt 82.85 mîlyon euro, li gor pêşindeya sektoran û qonaxên cîbicîkirina wan.
Sindoqa Qerzdanê tekezî li ser pabendbûna xwe bi dabînkirina pêdiviyên gelê Sûriyê tevî gelek kêşeyan kir, ku bi giştî 1.13 milyon kesî di hejmarek sektorên cuda de sûde jê wergirtine, di nav de çandinî, ewlehiya xwirekê, piştgiriya debara jiyanê, tenduristî û elektrîk.
Raporê amaje kir ku Sindoqê planek bersivdana lezgîn li ser çand qonaxan cîbicî kiriye, ji bo piştgirîkirina civakên ku ziyan ji erdheja wêranker a ku di sibata 2023an de li Sûriye û Tirkiyê xistibû dîtine.
Raporê eşkere kir ku yek ji girîngtirîn karên ku wê di sala bûrî de bi cî anîne, damezrandin û geşekirina dezgeha deyndana bi veger e, ku niha di nav navendên Sirac ên xizmetguzariyên darayî de kar dike, û ev yek bûye sedema geşbûna projeyên piçûk û yên herî piçûk.
Raporê amaje bi wê yekê kir ku sindoqê piştgiriya xwe ji bo sektora çandinî û ewlehiya xurekê li bakurê Sûriyê berdewam kir, bi hilberandina berhemên curbecur wek petat, pîvaz, sebze û genim bi riya piştgiriya cotkaran, ku di sala 2023an de bû faktera ku 12,438 cotkarên 51 komeleyên cotkaran, bi giştî 26 hezar û 321 hiktar zevî biçînin, û nêzî 100 hezar tonên genim wergirtine, ku wek pîvanek orte, berhema genim gihişt 3.79 ton ji her hektarekî.
Li gorî raporê, Sindoqa Qerzdanê piştgiriya aş û nanpêjgehên hilberîna nan kir, ku tê de zêdetirî 20,000 ton genimê nerm ji bo hilberîna ard, hevîrtirş û keresteyên dagirtin û pakêtkirinê, her weha madeyên din ên xwarinê. Sindoqê xebata xwe ya ji bo piştgirîkirina enerjiya rojê bêhtir kiriye, bi taybetî di sektorên av û çandiniyê de, ji bo mukumkirina karîna karkirinê û peydakirina xizmetên sereke bi awayekî berfireh.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî