Duh çarşembê ji encama bombebarana firokên hevpeymana navdewletî li ser gundewarê Dêra Zorê 24 sivîl ji nav wan zarok û jin şehîd ketine û hinên din birîndar bûne.
Toreyin medya yên xwecihî anîne ziman ko kuştar li gundê Eltîba li gundewarê Dêra Zorê yê rojhilat pêk hatiye, di encamê de 15 sivîl hatine kuştin û nehên din ji encama bombebarana firokên hevpeymana navdewletî li ser bajarê Ebû Kemal yê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatine kuştin.
Rêkxistina Dêra Zorê ya 24 anî ziman ko derbideriyeke mezin li gund û bajarokên Dêra Zorê bi sedema bombebarana berdewam û rewşa jiyanê ya nebaş çêbûye.
rêkxistinê di demeke berê de jî diyar kiribû ko çend nexweşî li herêmê belav bûne, û di serî de pûçbûna zarokan, bi sedema kêmbûna dermanan û keresteyên pizîşkî, û piraniya nexweşxanan li herêmê hatine wêrankirin.
Rêkxistinê destnîşan kir ko gund û bajarokên parêzgeha Dêra Zorê dikevin ber bombebarana Rêjîmê û Rûsya û hevpeymana navdewletî, û tekez kir ko di operasiyonên bombebaranê de bombeyên goşeyî û yên fisforî hatine bikaranîn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî