Emîndarê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ebdilbasit Ebdulletîf, tekezî li ser pêwîstiya sizadana Rûsiya kir li ser tawanên hovane yên ko li dijî Sûriyan di dema piştgirîya Rêjîma Esed de pêk anîne, bi taybetî yên ku tê de bi mebest navendên giştî, bi taybetî nexweşxane, kirine armanc.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de, bal kişand ser wê yekê ku ji dema Rûsiya destwerdan di Sûriyê de ligel rêjîma Esed kiriye, çekên li ser asta navdewletî qedexekirî ne bikar tîne, rasterast sivîlan dike armanc û dezgehên giştî yên sivîl wêran dike, da ku moralê xelkê bişkîne û wan bi zorê koçber bike, ji bo bidestxistina destkeftiyên leşkerî yên bilez li ser xakê.
Ebdulletîf anî ziman ku doznameya nû ya li dijî Rûsyayê ya ji Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re hatiye pêşkêşkirin, yek ji bi hezaran tawanên ku Rûsyayê di salên borî de ji bo piştgiriya rejîma Esed pêk anîne ye, û tekezî li ser pêwîstiya standina tedbîrên rasteqîn ji bo sizadana Rûsiya û rejîma Esed kir, da tawankar nikaribin ji cezayê birevin.
Tê zanîn ku zilamekî sûrî û rêxistina hawarçûnê ya “Dest bi Dest ji bo Alîkarî û Pêşketinê” gilînameyek li dijî Rûsyayê ji Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re pêşkêş kiribû, piştî binpêkirina wê ji yasayên navdewletî re bi bombebarankirina Nexweşxaneya Neştergeriya Kefranbel li gundewarê Idlibê di 5ê gulana 2019 de û bû sedema kuştina du sivîlan.
Li gorî ajansa “Reuters”, ew gilîname li ser bingeha parçe-vîdyoyan, gotinên dîdevanan û tomarên dengî ava bûye, di nav de jî peywendiyên di navbera firokevanekî Rûsî û navenda kontrolê ya bejayî derbarê avêtina cebilxaneyan.
Rêvebirê “Dest bi Dest” Fadî El-Deîrî got: “Sûriyeyî li benda Komîsyona Mafên Mirovan in ku hin dadweriyê diyar bike, di riya eşkerekirina rastiya vê êrîşa hovane û derdeseriya li pey xwe hiştine re.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî