Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Bi boneya “Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê”, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî rola çapemeniya azad a bi destpêka şoreşa azadî û rûmetê li Sûriyê ji sala 2011an ve derketiye holê, û rastîya daxwaz û hêviyên Sûriyan bi dilsozî û wêrekî vediguhêze, û binpêkirin û tawanên cengê yên ku rêjîma stemkar li dijî sivîlên bêguneh û çalakvanên aştîxwaz ji rojên yekem ên şoreşê de pêk anîne eşkere kirin bilind dinirxîne.
Hevbendiya Niştimanî rola dezgehên ragihandinê yên Sûrî û yên navdewletî û pisporên ragihandinê yên Sûrî, Ereb û biyanî yên azad ên ku bûyeran dişopînin û rastiyê radigihînin, ew rastiya rêjîma Esed herdem hewl dide wê ji cîhanê veşêre, bi pesindarî anî ziman.
Hevbendiya Niştimanî giyanê rojnamevanên Sûrî yên şehîd, qehremanên azadiyê yên ku bi wêrekî û dilsozî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve kar kirine, bi rêz û hurmet bi bîr tîne. Ew qehremanên ji bo gihandina daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê ji hemû cîhanê re, û belgekirina tawanên cengê û binpêkirinên ku hatin kirin, li ser destê rêjîma Esed rastî zordestî, girtin, kuştin û çewsandinê hatin, ji bo rijêm rastiyê veşêre û derewan bike, heta ku hejmara rojnamevanên sûrî yên şehîd gihişt nêzîkî heftsed rojnamevanî, ji bilî nêzîkî neh rojnamevanên din ên nesûrî yên ku dixwestin tiştê ku li Sûriyê diqewime ji cîhanê re ragihînin, her weha girtina bi sedan rojnamevanên din, ku piraniya wan hîn di girtîgehan de ne.
Bi vê helkeftê, Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî dike ko rêjîma Esed ji ber tawanên wê yên li dijî Sûriyan, di nav de rojnamevan jî, pêk anîne dadpirsîn bike, û amaje bi wê yekê dike ku rêjîm ti giringiyê nade yasa û pîvanên navdewletî yên ku daxwaza parastina rojnamevanan û dabînkirina azadiya derbirînê dikin, û ew rewşa bêcezakirinê wek derfet dibîne ji bo zêdekirina hovîtiya xwe û berdewamkirina binpêkirinan û peydakirina atmosfereke tirsê da rê li ber rojnamevanan bigire û nehêle bi serbestî karê xwe bikin, û rê nade ku dezgehên ragihandinê yên bêalî li herêmên di bin destê wê de kar bikin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku Sûriya ku sûrî ji bo wê têdikoşin, li ser bingeha rojnamevaniya pak û azadiya derbirînê ava dibe, û piştgiriya xwe ji rojnamevanên Sûrî yên azad re diyar dike ku hîn jî rastiyan ji hemû herêmên Sûriyê radigihînin, û her binpêkirinên ku karê wan asteng dike red dike, û tekezîyê li ser rola wan a erênî û xwedan bandor li ser niha û paşeroja Sûriyê dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
03 gulan 2024