Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, daxwaz ji serokê hikûmeta demkî ya Libnanê Necîb Mîqatî kir ku fermanên vekişandina milîsên Libnanî – ku beşek ji hikûmeta wî welatî ne – ji gund, bajarok û hemû navçeyên Sûriyê derbixe, û xelkên ku bi sedema wan milîsan malên xwe ji dest dane qerebo bikin, da ku ew malin din li şûna malên xwe ava bikin û vegerin wan malan, wek nîşaneke pakiya armancê ji bo hêsankirina vegera penaberan.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku cenabê wî kare wan pereyan ji alîkariyên ku Libnan ji ber mêvandariya penaberan werdigire dabîn bike, ku herî ya dawî milyarek euro ye, Yekîtiya Ewropî çend roj berê terxan kiribû ji bo piştgiriya civakên Libnanî yên ku penaber li nav wan dijîn.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku ew (Mîqatî) herweha dikare navbeynkariyê li bal Neteweyên Yekbûyî û endamên wê yên herdemî yên Encûmena Ewlekariyê bike ji bo terxankirina hêzekê ji Kumşînan ji bo parastina deverên ku dê penaber vegerin wan, û misogerkirina saxlemiya wan hember dijminkariyên rijêmê, û berdewam kir û got: “Û em ê wê çaxê spasiya wî bikin.”
Serokê Hevbendiya Niştimanî, di bîra serokê hikûmeta demkî ya Libnanê de anî ku milîsin girêdayî partiyeke Libnanî li Sûriyê hene, hevparên desthilata Libnanî e û di nav hikûmeta cenabê wî de ne, dest danîne ser gund, bajarokên Sûriyê û niştecihên wê yên Sûrî bi zorê ji salan de jê koçber kirine û li gel rêjîma Esed bi sedên hezaran Sûrî kuştine, girtine û koçber kirine
El-Behra tekez kir ku ew piştgiriya vegera bi dilxwazî, ewle û bi rûmet a hemû sûriyên li Libnanê bo warên wan dikin, lê got ku Sûriye welatekî ne ewle ye ji bo vegera penaberan, ji ber çend sedeman, ya yekem ew e: Berdewamiya siyaseta hovane ya rêjîma Esed li dijî welatiyên sûrî heta îro, û girtina bêserûber berdewam e, wek ku torê di raporta xwe ya mehane ya dawî de ku duh, pêncşemê hatiye weşandin de gotiye: “Di meha Nîsana 2024an de herî kêm 212 haletên girtina bêserûber hatine belgekirin, 12 zarok û 7 jin jî di nav wan de hene.”
El-Behra bal kişand ser ku rêjîm her meh bi dehên sivîlan dikuje, jin û zarok jî di nav wan de hene, û hîn jî welatiyên girtî bi îşkenceyê dikuje. Û bal kişand ser rapora mehane ya Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, a ku di meha Nîsanê de kuştina 68 sivîlên ku 13 zarok û 3 jin û 9 kesên di bin işkencê de mirine di nav wan de hene, belge kiriye.
El-Behra spasiya gelê Libnanê li ser pêşwazîkirina wî ji penaberan re kir, û rêzgirtina xwe ji sebra wan re anî ziman, û hêvî kir ku ew di êşa Sûriyê de bighêjin, û tekez kir ku xemsariya navdewletî û nebûna karê cidî ji bo pêşdebirina çareseriyeke siyasî ya berfereh li Sûriyê, dema penaberiyê dirêj kir û azar û êşên Sûriyan jî dirêj kirin.
El-Behra tekez kir ku Sûriya ji bo vegerandina penaberan ne ewle ye, û divê civaka navdewletî li ser çareseriyeke siyasî ya domdar bixebite, ku ew jî bi cîbicîkirina tam ji biryara 2254 re ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî