Daxwiyaniyeke Sersaxîyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sersaxiyê bi koça-dawîkirina nivîskar û çalakvanê mezin Îsam El-Etar, yê ku îro li bajarê Aachen ê Almanî di temenê 97 saliyê de koça dawî kir pêşkêş dike. El-Etar zêdetirî nîvê jiyana xwe li sirgûniyê derbas kir ji ber şerê wî yê li dijî stemkariyê û dijberiya wî ji rêjîma Esed re û têkoşîna wî ya demdirêj ji bo azadiya Sûriyê.
Kurê Şamê û dîdevanê serdemeke dirêj ji dîroka hevdem a Sûriyê, helwestên wî roleke girîng di gelek qonaxên jiyana siyasî ya Sûriyê de lîstin, li dijî bêdadî û zilmê derket û bi xebata aştiyane re bû, berê Çavdêrê Giştî yê Tevgera Ixwan Elmuslimîn li Sûriyê bû.
Bi darbeya Partiya Baas û desteserkirina wê ji desthilatdariyê re; El-Ettar di sala 1963an de ji Sûriyê hat sirgûnkirin, piştî ku ji bo pêkanîna erkê Hecê ji Sûriyê derket û rê li vegera wî hat girtin. Paşê rêjîma Esed li cihê sirgûnê pey wî ket, û hewl da wî bikuje, û hevjîna wî Banan El-Tentawî, li bajarê Aachen, li Almaniya, di sala 1981 de, kuşt.
El-Etar piştgirî da dozên azadî û dadweriyê li Sûriyê, û di her firsendê de li kêleka mafên mirov û rûmeta wî bû, jiyana xwe di şerê dijî stemkariyê de derbas kir, herdem azadîxwaz bû, dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, ji kesên pêşîn ên li kêleka wê bû, û ji bo komkirina piştgirîyê jê re gelekî têkoşîn kir.
El-Etar îro wek xerîbê welatê xwe, dûrî cihê jidayikbûna xwe koça xwe ya dawî kir, berî ku hêvî û daxwazên wî yên ji bo azadî û serxwebûna Sûriyê pêk werin, piştî jiyaneke mişt şîret û daxwazkirina perestina xwedayê tek û tenê û hevkariya ji bo xêr û pakiyê, piştgirê azadî û rûmet û dawerî û pêşketinê bû, li dijî astengiyên jiyanê bi dilsozî û dilpakî têkoşiya.
Dilovaniya xweda ji nivîskar û têkoşerê mezin Îsam El-Etar re û sersaxî ji malbata şehîd û dost û hezkiriyên wî û tevahiya gelê Sûriyê re.
Û em ê Xwedê ne, her emê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
03 gulan 2024