Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, bi tundî bangên sorkirinê ên neberpirsane yên hin berpirs û siyasetmedarên Libnanî li dijî penaberên Sûrî yên li Libnanê şermezar kirin, û tekez kir ku hebûna Sûriyan li Libnanê rewa ye, û li gor pransîbên mirovî û yasayên navdewletî ye, ji ber ku ew ji belaya şer û rîska ku jiyana wan û malbatên wan dixe metirsiyê de reviyane.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku milîsên Hizbullah a terorîst yên hevkariyê bi hêzên Esed re dikin, beşek ji Encûmena Nûneran û Hikûmeta Libnanê ne, beşdariyê di şerên li ser xaka Sûriyê de dikin, û tekezî li sûcdarbûna wan a sereke di ber koçberkirina Sûriyan ji axa wan kir. Û got ku divê kar ji bo rûberûbûna tawankaran bibe ne qurbaniyan siza bikin.
Bekûra tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî li hember binpêkirinên sîstematîk û bangên sorkirinê li dijî penaberên Sûriyê bêdeng namîne, û dê berê xwe bide civaka navdewletî ji bo parastina wan.
Bekûra spasiya gelê Libnanê yê hêja kir ku hertim li kêleka gelê Sûriyê ye li hember van êrişên xerab ên ku armanc jê têkbirina têkiliyên biratî yên di navbera her du welatên bira de ye.
Bekûra di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi parastina mafên penaberên Sûrî li gorî yasa û pîvanên navdewletî kir, û daxwaza pêwîstiya xebatê ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê kir ku rê bide vegereke ewle û bi dilxwazî ya penaberan bo warên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî