Tora Siwêda 24 got ku wan belge bi dest xistine tekez dikin ku hewlên milîsên Hizbullaha terorîst hene ji bo berfirehbûna ber bi başûrê Şama paytext de, bi aliyê herdû parêzgehên Dera’a û Siwêda de û belavkirina hêzên xwe li vê navçeya stratejîk.
Toreyê amaje bi wê yekê kir ku ji berî şeş hevyan de, tevgera milîsên wê partiyê li vê devera ku li başûrê Rêya Firokexaneya Navdewletî ya Şamê, li rojhilatê Rêya Şam-Siwêda ya bi ser devera Seyîde Zeyneb ve ye zêde bûye. Û çalakvan êdî wê navçeyê bi navê ” taxa Şamê ya başûr” nas dikin, ku ew tax wek yek ji navendên herî girîng ên milîsên Tehranê li Sûriyê tê dîtin.
Ev belge piştrast in ji ber ku rêjîma Esed hêzeke serbazî ya mezin ber bi parêzgeha Siwêda ve dibe, û li gor tê gotin ew mezintirîn hêza ku hatiye wê deverê ta niha, û tê de karwanek ji otombîlên veguhestina leşker, tank, zerixpoş, û bi dehan makîneyên giran hene.
Duh, duşemê, endama desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, Xuzame El-Efîf, hişyarî da li ser hewildanên rêjîma Esed ji bo bidawîkirina tevgera aştiyane li Siwêdayê, piştî ku wê xebata aştiyane çend mehan dirêj kir û derew û sextekariya rêjîmê eşkere kirin.
El-Efîf tekez kir ku xelkê Siwêdayê hemû yekhelwest in ku ew dest ji daxwazên xwe yên rewa ku daxwazên tevaya Sûriyan û şoreşê ne bernadin, û got ku dema bidawîbûna derdeseriyên sûriyan û rizgarbûna wan ji stemkariyê hatiye.
El-Efîf bang li civaka navdewletî kir da erkên xwe yê parastina sivîlan li Siwêdayê bicî bînin, û rê li ber rêjîma Esed bigirin da ti operasiyoneke leşkerî li dijî wan pêk neyne, nemaze ku ev rêjîm dîrokeke wê ya dirêj a komkujî û tawanên cengê yên hovane li dijî sivîlan heye, û El-Efîf Neteweyên Yekbûyî berpirs kir di ber rijandina her dilopek xwînê de li Siwêdayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî