Endamê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Seyid Yûsif, tekez kir ku dem û dîroka hevdîtina Beşar Esed bi Falih Feyad serokê milîsên Heşda Şeibî ya terorîst re, ew milîsa ku bi temamî peyrewa Îranê ye, derewbûna hemû îdiayên dibêjin: “Rejîm hewil dide ji Tehranê dûr bikeve” û nepêkanbûna vê dûrketinê diyar dike.
Birêz Yûsif amaje bi wê yekê kir ku wêneyê civînê mîna hevdîtineke serkirdeyên çete û milîsên nûjen e, ji ber ku ev rêjîm û milîs bi awayekî tawankarî karên bi wan hatine spartin pêk tînin lê di bin nav û erkên fermî de.
Birêz Yûsif tekez kir ku hevdîtina Beşar Esed bi Feyad re asta sîxurbûna wî ji Îranê re û kontrolkirina wê jê re eşkere dike, û matmayîna xwe diyar kir hember hewlên hinekan ku dixwazin got-gota bazdana Esed ji hembêza Meleyên Tehranê bidin belavkirin.
Feyad yek ji navdartirîn kesatiyên nêzîkî Îranê ye, ji bilî serokbûna wî ji Heşda Şe’ibî re, postên wî yên Serokê Dezgeha Ewlekariya Netewî û Şêwirmendiya Ewlehiya Netewî jî hebûn, û endamê “Feyleqa Quds” bû ya girêdayî milîsên Pasdarên Şoreşger ên Îranê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî