Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duh, Pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, û pêşhatên meydanî û rewşa siyasî, rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û kampaniyên handanê ên li dijî wan tên kirin gengeşe kirin, û biryarek derxist der barê avakirina komeke xebatê ya taybet ku wê di rewşa amadebûna herdemî de be ji bo şopandina pêşketinan û pêşkêşkirina pêşinyaran ji bo danîna planeke kar ji bo çareserkirina pêşhatên vê dawiyê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, şiroveyek kurt pêşkêş kir û tê de behsa şopandina desteya serokatiyê ji rewşa penaberên sûrî li Lubnanê re û girtiyên sûrî yên di zindana Rûmiyê ya heman welatî de, û peywendiyên ku bi saziyên civaka sivîl li Libnanê û nûnerên girtiyan re pêk hatin kir, her weha tekezî li ser berdewamiya hewlên Hevbendiyê kir derbarê berhevkirina hejmarek hevdîtinan ligel berpirsên dosya penaberan li welatên Yekîtiya Ewropî û hevrêzkarên siyasî yên hejmarek welatan li Neteweyên Yekbûyî kir.
Derbarê hemahengiya kar û şêwirê di navbera hevbendiyê û pêkhateyên wê de, bi kurtî li ser civîna ku bi serkirdayetiya Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk re li dar xistibû axivî.
Cîgirê Serok Ebdulmecîd Berekat, ravekirinek derbarê plana çalakiyên Hevbendiyê li deverên rizgarkirî di qonaxa bê de pêşkêş kir, û got ku ew karê hevbeş li gel çalakvaniyên civakê û bi taybetî nifşê ciwanan wek bingeh ji xwe re dibînin, her weha bi kurtî behsa hevdîtina ji bo xelatkirina beşdarên di Maratona Aştî û Buharê de kirine û rêxer û çavdêrên wê kir .
Û Cîgira Serok Dîma Mûsa raporek li ser civîn û çalakiyên ku ji aliyê Desteya Jinan ve di heyama dawî de pêk hatine pêşkêş kir, û kurte ravekirinek li ser karê xwe ligel Desteya Pêwendiyên Derve di amadekirina civînên derve de yên ku hevbendî dixwaze di vê mehê û meha bê de pêk bîne pêşkêş kir, her weha behsa beşdarbûna xwe di komxebata ku wê li rex civînên wezîran di 27ê vê heyvê de li Kongireya Brokselê li dar bikeve kir.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehma raporta Emîndariya Giştî pêşkêş kir, têde behsa bûdceya Hevbendiyê ji bo meha niha û ya bê û mijarên girêdayî Sûriyê yên ku hatine şopandin û heta niha jî ew şopandin ji aliyê saziyên peywendîdar ve berdewam in kir, û rola emîndariya giştî û karmendên îdarî di piştgiriya lojîstîkî û teknîkî de ji bo amadekariyên çalakiyên ku ji aliyê Hevbendiyê ve tên kirin diyar kir.
Desteya siyasî li raporên li ser kar û barên ofîs û nûneratiyên Hevbendiya Niştimanî li Elmaniya, Îtalya, Misir, Urdun û Firensa guhdarî kir.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Enes El-Ebda, kurteyek li ser karê desteya danustandinên Sûriyê, civînên wê û komxebatên ku wê li Cinêvê li dar xistine bi taybetî yên girêdayî pirsa sûriyên di zindanên rêjîmê de pêşkêş kir.
Her wiha civînê li raporên Girûpên Kar guhdarî kirin, di destpêkê de li ya fraksyona leşkerî ya li ser rewşa meydanî, nemaze zêdebûna armanckirina sivîlan bi riya firokeyên bêfirokevan ji aliyê rêjîmê ve, û piştre jî li raporta Girûpa Kar a Olan û hevdîtina wan bi Rêveberiya Ewqafê li Efrînê û hejmarek ji şêxên herêmê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî