Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxuyaniyek belav kir, tê de kampaniya girtinê û kiryarên tirsandinê yên ku ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve li navçeyên di bin kontrola wê de li dijî endam û çavdêrên komên folklorî yên kurdî pêk anîne bi armanca ku wan bitirsîne û nehêle kar di ber folklora kurdî û parastina çanda wî de bikin bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya encumenê amaje bi wê yekê kir ku çekdarên PYDê yên terorîst Mejdal Dehham Hac Qasim, serokê Koma Xunav a Folklorî ya li bajarê Amûdê, di dema vegera wî bo gundê xwe Kerengo, her weha Se’ed Kawa Gunerş ê18 salî, û ew jî endamê koma Xunav e dema ku ji dibistanê vedigeriya, û Saleh Cemîl Begarî yê 17 salî, endamê koma folklorî ya Xonaf, dema ku ji dibistanê vedigeriya, revandin.
Daxuyaniyê diyar kir ku van milîsan beriya niha jî di 21ê nîsanê de endamê koma Xunav û lîstikvanê şanoyê Nasir Xalib Caro revandibû, û 4 endamên din ên encumenê berî zêdetirî du mehan ve revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Daxuyaniya Encûmenê tekez kir ku ev binpêkirin tên bi armanca astengkirina debara jiyanê û karê siyasî li navçeyên di destê milîsên PYDê yên terorîst de, û anî ziman ku niştecihên herêmê derdeseriya şert û mercên aborî yên dijwar û sepandina bacên mezin dikşînin, ji bilî bilindkirina çendîn caran ji nirxê sotemeniyê re, ku bûye sedema bilindbûna nirxê hemû kelûpel û pêdawîstiyên jiyanê, û zehmetî û kêşeyên mezin ji kesên li deverê mayî re çêdike.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwaza azadkirina bilez ji girtiyên Koma Xunav a Folklorî û hemû girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî re kir, û daxwaz ji hemû rêxistinên mafên mirovan û welatên hevpeyman bi taybet Amerîka kir ku fişareke cidî li ser milîsên PYD bisepînin da van binpêkirinan rawestînin û nema jiyana xelkê asteng bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî