Girûpa Kar a Olan a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, raporta karê xwe yê dema borî di civîna desteya asayî de a ku îro pêncşemê hate lidarxistin de pêşkêş kir, tê de kar û peywendiyên bi rayedarên olî yên Sûriyê re şirove kirin.
Raporê diyar kir ku endamên girûpê Basil Xinêm û Atif Zirêq, serdana Rêveberiya Ewqaf û Fetwayê ya li bajarê Efrînê kirin da ku karên wan bibînin, û karê gotarbêjên li mizgeftan bişopînin û korsên Quranê yên tevaya temenan çavdêrî bikin .
Endamên girûpê şiroveyek li ser peywendiya di navbera Hevbendiya Niştimanî û Girûpa Pêwendiyên Olî de û plana Hevbendiya Niştimanî bi giştî ji bo karê Girûpan û avakirina toran, xurtkirina pêwendî û hevahengiyê bi hemû pêkhateyên olî re, û beşdariya di standina biryaran de û yekkirina kar pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî