Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Tu’hme, diyar kir ko Rêjîma Esed bi welatên “Rojava” re lihevkirinek pêk aniye û tê de soz daye wan ku destwerdanê di şerê Xezayê de neke, û ti eniyên nû li dijî Israîla dagîrker piştî dijminkariya wê li ser gelê Filistînê veneke.
Tu’hme di dîdareke vîdyoyî de li gel malpera Erebî 21, amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed herwiha soz daye ku rê li her xwenîşandanekê ji bo piştgiriya Xezayê li welat bigire, û her tevgerek ku texmîn heye ji aliyê filistîniyan ve li Sûriyê were kirin rawestand, û dît ku rejîm dixwaze vegere ser têgeha “dewleta jirêçûyî”, anku dewletên rojavayî li hember kiryarên wê bêdeng bimînin, û kontrola xwe li ser xak û gelê Sûriyê vegerîne.
Tu’hme bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka Sûriyê yek ji aloztirîn kêşeyên cîhanê ye, û belkî ya herî aloz ew e, ku di demekê de ye rikberiya di nav benda Rojavayî û Rojhilatî di asta herî bilind de ye, û tekez kir ku benda Rojhilat ji ber xemsarîya benda Rojava, her tişt kir ji bo nehêle rewş çareser bibe, tevlî bicîanîna biryarên encumana ewlekariyê jî”
Û berdewam kir û got: “Piştî ku civaka navdewletî piştrast kir ku rewşa sarbûna leşkerî li Sûriyê heta radeyekê pêk hatiye, û dijwariya pêkanîna çareseriya siyasî, berê xwe da berdewamhiştina rewşa niha, bi hêviya ku lawazî di yek ji bendên Rojhilat an Rojava de peyda bibe, yan jî çareserî ji hundir were, wek hilweşîna rêjîma Esed, an têkçûna hêzên şoreşger, an gihîştina qonaxa ku hemû alî biwestin, û paşre wê pêkan be çareseriyin ku li rex aliyên herêmî û navdewletî pejirandî bin werin pêşkêşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
T