Sekreterê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, tekez kir ku milîsên PYDê yên terorîst vegeriyane siyaseta xwe ya sîstematîk a birçîkirina xelkê bi riya armanckirina zeviyên çandiniyê û şewitandina wan, û tekez kir ku ew karekî terorîstî ye û beşek e ji tawanên cengê yên ku li dijî gelê Sûriyê hatine encamdan, ji ber ku agir 3200 donim zeviyên çandiniyê li bakurê Sûriyê di 48 demjimêrên borî de têk birine.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir ku çekdarên PYDê bi armanckirina zeviyên çandiniyê, xelkê ji jêdera sereke ya debara jiyana wan bêpar dikin û dibe sedema birçîkirin û zêdekirina azarên wan.
Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku şewitandina berhemên çandiniyê bûye tawaneke demsalî ku bêyî ti karvedanê ji aliyê alîgirên van milîsan ve pêk tê, lewra divê armanca herî sereke rêgirtina li pêşiya dubarebûna van kiryaran be.
Malpera “Syria TV” ragihand ku agirên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê derketine, di heyama 48 demjimêrên borî de zêdetirî 3200 donim zeviyên genim û ceh dane ber xwe.
Û anî ziman ku agirên ku bi zeviyên devera Girê Spî li gundewarê bakurê Reqa ket, bandor li derdora 3,000 donimî kir, û da zanîn ku agir nêzîkî malên şêniyan bû berî ku ew karibin wî kontrol bikin.
Her weha diyar kir ku ev agir ji encama armanckirina rasterast ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve ji zeviyên çandiniyê re bi fîşekên teqîner derket, ji bilî amanckirina bi topên hawanê û mîtralyozan ji otomobîlên agirvemirandinê yên ku dixwestin agir vemirînin re.
Li gor malpera “Syria TV” li devera Mebrûka li bakurê rojavayê Hesekê, agir bi 70 donim zeviyên çandiniyê ket û li gor jêderên xwecihî heta niha jî sedemên şewatê ne diyar in û dibe ku ev şewat bi destê hin kesan çêbûbe. Her weha li bajarokê Girê Spî li gundewarê rojavayê Hesekê jî, roja şemiyê êvarî, agir bi zeviyên çandiniyê ket û di encamê de 50 donimên genim û ceh şewitîn.
Tê zanîn ku li Sûriyê, bi taybetî li herêmên bakur-rojava û bakur-rojhilat, her sal beriya werzê çinînê, pêleke agirpêketinê peyda dibe, bi taybetî li nav zeviyên genim û ceh, û ziyanên mezin digihîne cotkaran û herêmê ji yek ji girîngtirîn madeyên xwarinê bêpar dihêle.
Ev agir gelek caran bi destê hin aliyan pêk tê wek hêzên rêjîmê yên ku hemû rêyên jiyanê li bakurê rojavayê Sûriyê dikin armanc, û milîsên PYD yên terorîst, yên ku vê dawiyê bi hezarên doniman li deverên rizgarkirî yên gundewarê Reqa û Hesekê kirin armanc.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî