Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, diyar kir ku çekdarên PYDê yên terorîst nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanî-Sûriye, ku yek ji partiyên encumenê ye, serê sibeha îro sêşemê şewitand, û bi vê yekê hejmara ofîsên ku ji 1ê Adarê ve ji aliyê van milîsan ve hatine şewitandin giha 10 ofîsan.
Emîndariya Giştî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ji her kesî re xwiya bûye ku armanca van kiryaran ew e ku rê li ber hewldanên Amerîka û Ewropayê yên ji bo vegerandina diyaloga Kurdî-Kurdî bigirin.
Daxuyaniyê bi tundî ev kiryarên terorîstî şermezar kirin, û serkirdeyên çekdarên PYDê di ber vê kiryarê de berpirsyar dîtin, û daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî kir ku van karên terorîstî şermezar bike û xebatê ji bo rawestandina wan bike.
Daxuyaniya Encûmenê daxwaz ji hemû aliyên Kurdî kir ku helwesteke zelal hember van kiryarên li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî bistînin, wan şermezar bikin û ji bo rawestandina wan kar bikin.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji cemawer û hêzên xwe yên siyasî re tekez kir ku ew pabend e bi pirensîp û armancên siyasî yên ku li ser wan hatiye damezrandin û karkirina ji bo yekrêziya helwesta kurdî, û yekkirina hemû hewlên niştimanî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê, li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê pirsa Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî