Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, bi Cîgira Nûnera Herdemî ya Fransa li Netewên Yekgirtî li New York Natalie Broadhurst re civiya, û pêre dosya Sûriyê û astengiyên peyda dibin, bi taybetî di dema rawestana pirosesa siyasî, û rêyên livandina wê ji bo cibicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 gotûbêj kirin.
Di civînê de Cîgira Serok Dîma Mûsa amade bû, û civatê nêrîna Hevbendiya Niştimanî ji bo çareserkirina kêmbûna berdewam a alîkariyên mirovî di dema zêdebûna hewcedariyan de li Sûriyê û di nav penaberên dewletên derdor de gengeşe kirin.
Di civînê de bi awayekî berfire behsa rewşa penaberên Sûriyê li Libnanê û karesatên ku di hemû astan de rûbirûyê wan dibin hate kirin, û mijara girtiyan û zindaniyên siyasî yên Sûriyê di girtîgehên Libnanê de wek girtîgeha Rumiyê hate gotûbêjkirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî kaxezek ji şandê re pêşkêş kir, têde hûrgilî derbarê van mijaran û pêşniyarên ji bo çareserkirina wan, tevlî pêngavên pratîkî ji bo çareserkirina qeyranê û rawestandina fişarên ku penaberên Sûrî rastî wan tên hebûn.
El-Behra tekez kir ku şert û mercên niha yên Sûriyê ji bo vegera penaberan ne ewle ne û divê veger bi dilxwazî, rûmetdar û ewle be li gorî pîvanên navdewletî, ku divê hikûmeta Libnanê pabendiyê pê bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî