Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, hevdîtin ligel hevrêzkarê siyasî di nûneratiya Birîtaniya li Netewên Yekgirtî li New York Fergus Eckersley pêk anî, û pê re pêşhatên dawî di dosya Sûriyê de, û pêşniyarên livandina pêvajoya siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 ya Encumena Asayîşê gotûbêj kirin.
Di civîna ku Dîma Mûsa cîgira Serokê Hevbendiyê tê de amade bû de, giringî bo rewşa penaberên Sûriyê li Libnanê û rewşa bobelatî ya ku li ser hemû astan tê pêşiya wan hat dan, ku yek ji wan pirsa girtiyên siyasî û girtiyên din ên di girtîgehên Libnanê de bi taybetî yên di zindana Rumiye de bû.
Serokê Hevbendiya Niştimanî kaxezek pêşkêş kir, tê de hûrgiliyên dosyeya penaberên Sûrî li Libnanê, û pêşniyarên ji bo dan û standina bi vê pirsê re, ku pêngavên pratîkî ji bo çareserkirina qeyranê û rawestandina fişarên ku penaberên Sûrî rastî wan tên tê de hene.
El-Behra tekez kir ku şert û mercên niha yên Sûriyê ji bo vegera penaberan ne ewle ne, û divê veger bi dilxwazî, rûmetdar û ewle, li gorî pîvanên navdewletî be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî