Desteya Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Birîtanya kir, û pêre pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosyaya Sûriyê de gotûbêj kirin, û bêhtir giringî dan rewşa bobelatî ya ku penaberên sûrî li Libnanê têde dijîn û dersînorkirina wan bi darê zorê û radestkirina wan ji rijêma Esed re, ku binpêkirin in ji yasa û rêgezên navdewletî re ji aliyê desthilatên Libnanî ve.
Di civînê de hevrêzkarê dezgeha peywendiyên derve Ebdul Ehed Stêfo û endamê desteya siyasî Ebdula Kado, û ji aliyê Birîtanya rawêjkara siyasî bo dosyeya Sûriyê li balyozxaneya Brîtanya li Beyrûtê Elinor Labman û berpirsa siyasî ya nû ya dosyeya Sûriyê li balyozxaneya Brîtanya li Beyrûtê, Antonia Murray, amade bûn.
Estifû behsa tedbîrên desthilata Libnanî li dijî penaberên Sûrî li Libnanê kir, bi taybet derbiderkirina penaberan û fişara li ser wan ji bo radestkirina wan bo rêjîma Esed.
Stêfo hişyarî ji encamên van gavan da, nemaze ku serborên berê nîşan didin ku dema penaber vedigerin, li bal rêjîma Esed rastî tundûtûjî, îşkence û kuştinê tên, û daxwaz ji hêzên navdewletî yên xwedan-bandor kir ku çareseriyeke lezgîn bibînin.
Stêfo bal kişand ser tevgera aştiyane li Siwêydayê ya ku derewên rejîmê û axaftinên hevpeymanên wê eşkere kirin, ku di salên borî de tekezî li ser hebûna terorîstan dikirin. Û diyar kir ku tevgera Siwêdayê ji berî çend heyvan de berdewam e û daxwazên wê yên aştiyane ji bo rûxandina rêjîmê û pêkanîna veguheztina siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 ranewestiyaye.
Û endamê desteya siyasî Ebdulah Kado behsa binpêkirinên berdewam ên çekdarên PYDê li dijî sivîlan kir, ku herî dawî şewitandina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Qamişlo û hejmarek ji bajarokên din bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî