Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hikûmeta Libnanî berpirsyar dibîne di ber jiyana her penaberekî Sûrî yê ku ji Libnanê hatiye dersînorkirin de, ji ber ku ew li ser helwesta xwe ya derkirina penaberan ma tevî zelalkirina metirsiyên şandina wan bo navçeyên di bin kontirola rêjîma Esed de, û tevî ku gelek caran hatiye tekezkirin ku rêjîma Esed bi awayekî hovane serederiyê bi penaberên vegeryayî re dike bi riya windakirin, tepeserkirin û kuştinê û ew şêwaz neguhertiye. Herweha Hevbendiya Niştimanî nebûna xebateke kartêker ji aliyê Netewên Yekbûyî û dewletên xwedan bandor li deverê ve, yên ku erkê wan e penaberên sûrî ji dersînorkirin û binpêkirinên ku her car dubere dibin biparêzin, şermezar kir.
Berdewambûna binpêkirina mafên mirovan ji aliyê hikûmeta Libnanê ve, nebûna ewlehiyê, tunebûna yasayê, û berdewamiya dersînorkirina bi darê zorê, tê wateya ku ew berê penaberan didin devera ku tawan û binpêkirinên zêdetir, di nav de girtin, îşkencekirin, û kuştin, dijî wan ji aliyê rejîma Esed ve pêk werin, û ev beşdariyeke rasteqîn e di tawanên ku ji aliyê rêjîmê ve tên pêkanîn, nemaze ji ber ku Ew penaberbûnê mîna tawanekê ku berê kesê penaber dide zindanê dibîne, û bi sedan belge li ser binpêkirinên rêjîma Esed li dijî penaberan hene.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê dike ku xelkên Sûrî li benda vegereke ewle, bi dilxwazî û bi rûmet in ji bo welatê xwe, lê ev yek tenê bi gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê pêk tê, û nevegera penaberan ji ber berdewamiya dagîrkirina bajarok û gundên wan ji aliyê milîsên Hizbullahê li Sûriyê ye.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku vegera penaberên Sûrî yên ku li hejmarek ji welatên cîhanê belav bûne, girêdayî ye bi pabendbûna civaka navdewletî bi erkên xwe yên têkildarî pêkanîna veguheztina siyasî û pêkanîna tam û tund a biryara 2254 (2015) re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
16 gulan 2024