Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Bekûra ji rayedarên Libnanî dixwaze ku penaberan ji xwe re nekin wek behanê ji bo nixumandina pirsgirêkên xwe

May 16, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Bekûra ji rayedarên Libnanî dixwaze ku penaberan ji xwe re nekin wek behanê ji bo nixumandina pirsgirêkên xwe

Hevrêzkarê Girûpa Karûbarên Koçber û Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, pêşwazî li daxuyaniyên Rêxistina Lêborîna Navdewletî û Komisyona Lêpirsînê ya Navdewletî ya derbarê Sûriyê kir, ya ji bo redkirina biryar û kiryarên desthilata Libnanî yên dijî penaberên Sûriyê yên li ser xaka wê bi rêya dersînorkirina wan bi darê zorê bo deverên rêjîma Esed.

Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekezî li ser wê yekê kir ku divê rêkxistinên navdewletî yên pêwendîdar bi mafên mirovan tev bigerin ji bo ronîdana ser binpêkirinên ku dibe bighên asta tawanên demdirêj, ji ber ku raportan tekez kirine ku kesên vedigerin deverên jêr kontrola rêjîmê rastî girtin, îşkence û kuştinê jî tên.

Bekûra got ku rayedarên Libnanê beşeke bingehîn ji pirsgirêka penaberên Sûriyê li Libnanê ne, ji ber ku milîsên Hizbullah ku beşek ji hikûmeta Libnanê ye, bandora wan bi awayekî xurt li ser koçberkirina xelkê bajarên Qelemon, Qisêr û hejmarek bajarên din heye.

Bekûra amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e desthilatên Libnanî ji bo dîtina çareseriyan hevkariyê bikin, û penaberên Sûrî li Libnanê nekin behane ji bo veşartina pirsgirêkên xwe yên navxweyî, nemaze ku serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El- Behra, destpêşxeriyek ragihandiye û ji serokwezîrê hikûmeta demkî ya Libnanê Necîb Mikatî re şandiye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî roja Duşemê li ser platforma “X” got ku ragihandina desthilatên Libnanî derbarê vegerandina bidilxwazî ​​ya penaberên Sûrî bo welatê wan nîgeraniyê zêde dike. Ji ber şert û mercên dijwar ên ku penaber li Libnanê rastî wan tên, û tekez kir ku Sûriye hîn ne ewle ye, ji ber ku berê îşkence, destdirêjiya sêksî, windakirina bi zorê, û girtinên kotekî yên ku penaberên Sûrî rastî wan hatine piştî vegera wan bo deverên rejîmê belge kiribûn.

Rêxistinê tekez kir ku yasaya navdewletî vegerandina destçêker qedexe dike, ku dewlet rêyên nerasterast bikar tînin daku xelkê neçar bikin ku vegerin cîhekî ku ew lê rastî metirsiya binpêkirinên cidî yên mafên mirovan werin.

Û her weha got ku desthilatên Libnanî bi riya asankirina vegerê, penaberên Sûrî dixin ber metirsiya binpêkirinên giran ên mafên mirovan, û tekez kir ku divê Libnan rêzê li erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî bigire û vegerandina penaberên Sûrî ya bi komî bo welatê wan rawestîne.

Di heman demê de, Komîsyona Navdewletî ya Lêpirsînê ji bo Sûriyê li ser platforma “X” tekez kir ku Sûriye hîn ji bo vegera penaberan ne ewle ye, û tekez kir ku sivîlên li Sûriyê derdê bêewlehiyê û nebûna yasayê dikşînin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: LibnanPenaberên Sûrî
ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Bekûra: Civaka navdewletî xwe ji berpirsyariya xwe ya li hember kampa Rukban a dorpêçkirî dide alî

Bekûra: Civaka navdewletî xwe ji berpirsyariya xwe ya li hember kampa Rukban a dorpêçkirî dide alî

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.