Hevrêzkarê Girûpa Karûbarên Koçber û Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra , diyar kir ku nişteciyên kampa Rukban di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn ji ber ku hêzên rêjîma Esed careke din kamp dorpêç kirine, û rê li ber derbasbûn û derketina jê girtine, û tekez kir ku reva civaka navdewletî ji cîbicîkirina erkên xwe gihîştiye qonaxeke dijwar.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku rêjîma Esed bêtirî 13 salan tawanên xwe li dijî gelê Sûriyê berdewam kirine, bi bikaranîna hemû cureyên çekan, tevlê çekên kîmawî, û girtin, îşkencekirin, windakirina bi zorê, koçberkirin û birçîkirinê. Û matmayîna xwe derbarê berteka civaka navneteweyî li hember van tawanan hemûyan diyar kir, ku tenê bi şermezarkirin û protestokirinê ve sînordar bû, ku hêdî hêdî ew jî ji holê rabûn û dawî bêdeng man.
Bekûra bal kişand ser wê yekê ku ti behane ji bêkêriya navdewletî ya niha di asta siyasî de re tune ye, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û kar ji bo bidawîkirina êş û azarên qurbaniyan bikin.
Her weha Rêveberê Karûbarê Hevbendiya Niştimanî li Urdinê, Tariq Ebas , bang li civaka navdewletî kir ku bi rola xwe rabe û fişarê li rêjîma Esed û hevkarên wê yên Rûsî bike da ku rê li ber xelkên dorpêçkirî li kampa Rukban vekin, û rê bidin derbaskirina pêdawîstiyên pizîşkî û xwarinê ji bo zêdetir ji heft hezar kesên dorpêçkirî, û rêkxistinên navdewletî yên pêwendîdar bi her awayî bi rola xwe ya derbaskirina alîkariyên mirovî rabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî