Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, li baregeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê, bi Cîgira Şanderê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Necat Ruşdî re civiya û pêre dosya Sûriyê û giringiya rola tîma şandê Netewên Yekbûyî di livandina dosya siyasî de û tekezkirin li ser pêwîstiya aktîvkirina hemû bendên biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê gotûbêj kirin.
Herdu aliyan giringî dan rewşa bobelatî ya ku gelê Sûriyê li ser hemû astan têde dijî, û bi taybetî rewşa awarte ya penaberên Sûriyê li welatên cîran, nemaze li Libnanê, piştî biryarên fermî yên ku di vê dawiyê de hatine derxistin, di nav wan de rewşa girtiyên Sûriyê û binçavkiriyên siyasî di girtîgehên Libnanê de.
El-Behra kaxezek pêşkêş kir, tê de hûrgilî derbarê van mijaran û pêşniyarên ku gavên pratîkî tê de hene ji bo çareserkirina kirîza ku her diçe xerabtir dibe, û giringiya hewldana bi hikûmeta Libnanî re ji bo rawestandina vegerandina bi zorê ya Sûriyan ji ber rewşa Sûriyê ji bo vegera penaberan bi dilxwazî, bi rûmet û ewle li gorî pîvanên navdewletî ne guncav e, û divê hikûmeta Libnanê pabendiyê bi vê yekê bike.
Herdu aliyan behsa giringiya başkirina zû ji rewşa hundurê Sûriyê re kir, bi awakî ku têkeve xizmeta gelê Sûriyê de bêyî ku rijêm wê wekê derfet ji xwe re bibîne û ji armancên xwe yên siyasî re bikar bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî