Şeva bûrî Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hadî El-Behra, bi nûnerê herdemî yê Komara Tirkiyê li Netewên Yekgirtî li New Yorkê, balyoz Ehmed Yildiz re civiya û pê re pêşhatên siyasî di dosyeya Sûriyê de gotûbêj kirin, bi taybetî di encûmena asayîşê û nava saziyê de, û kêşeyên li pêşiya wan derdikevin, nemaze di dema rawestana pirosesa siyasî de.
Herdu alîyan rêyên pêşdebirina cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê gotûbêj kirin, û balyoz Ehmed Yildiz tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji çareseriyeke siyasî re li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê kir.
Amadebûyan nêrîna Hevbendiya Niştimanî ji bo başkirina rewşa jiyanê û geşkirina aborîyê li bakurê Sûriyê di dema kêmbûna alîkariyên mirovî yên navdewletî yên bo Sûriyê de gotûbêj kirin.
Herdu aliyan behsa rewşa penaberên Sûriyê li welatên cîran kirin, û bêtir giringî dan rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û belayên ku li ser hemû astan tên pêşiya wan, nemaze piştî biryarên fermî yên ku vê dawiyê ji aliyê Parlamentoya Libnanê ve hatine derxistin.
Herdu aliyan mijara girtiyan û binçavkiriyên siyasî yên Sûrî di girtîgehên Libnanê de, di nav wan de zindana Rumiye, gengeşe kirin. Û serokê Hevbendiya Niştimanî kaxezek pêşkêş kir, tê de hûrgilî derbarê van mijaran û pêşniyarên ku gavên pratîkî tê de hene ji bo çareserkirina kirîza ku her diçe xirabtir dibe.
El-Behra tekez kir ku rewşa Sûriyê ji bo vegera penaberan ne ewle ye, ji ber divê veger bi dilxwazî, bi rûmet û ewle, li gorî pîvanên navneteweyî be, û pabendî bi van mercan were kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî