Şeva bûrî, pêncşemê, serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, li baregeha Netewên Yekgirtî li New Yorkê, ligel cîgira sekreterê giştî yê NY bo Karûbarên Siyasî û Aşitiyê Rosemary Anne DiCarlo re civiya, û ligel wê rewşa piroseya siyasî li Cinêvê, sedemên rawestana wê û rêyên tên texmînkirin ji bo aktîvkirina wê di dema astengiyên heyî de gotûbêj kirin.
El-Behra bi hûrgilî li ser rewşa penaberên Sûrî li Libnanê, binpêkirin û tawanên ku li dijî wan tên kirin ku yek ji wan vegerandina bi zorê ye awestiya.
Herdu aliyan rewşa girtiyên siyasî û binçavkiriyên Sûrî yên di zindana Rumiye ya Libnanî de, û gefên ku desthilatên Libnanî li wan dixwin ku wê wan radestî rêjîmê bikin, û ev yek jiyana wan dixe metirsiyê de, gengeşe kirin.
Dikarlo behsa hin rêkar û hewlên Netewên Yekgirtî di vî warî de kir û pêwîstiya hewlên zêdetir li ser asta navdewletî, ji bo nehîştina binpêkirinên li dijî penaberên Sûrî her weha têkneçûna rewşa Libnanê gengeşe kirin.
Her du aliyan li ser pirsa alîkariyên mirovî û kêmbûna asta wan, û çawaniya zêdekirina kartêkerbûna bûdceya niha bi rêya terxankirina beşekî jê ji bo piştgiriya aboriya herêmê, û kirîna berhemên çandiniyê ji cotkaran bi awayekî rasterast, bi taybetî genim, ku pêkane bi rengekî xwecihî bê hêran û li ser nanpêjxaneyan were belavkirin da ku bi bihayên kêm an jî bêpere ji hewcedaran re were pêşkêşkirin, ji ber ku ard jî di lîsteya madeyên bernameya alîkariyên mirovî de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî