Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result

Home Nûçe Nûçeyên Serokatiyê

El-Behra bi Cîgira Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Neteweyên Yekbûyî re civiya

May 19, 2024
in Nûçeyên Serokatiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
El-Behra bi Cîgira Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Neteweyên Yekbûyî re civiya

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra bi Cîgira Serokê Şanda Yekîtiya Ewropî li Netewên Yekbûyî li New Yorkê balyoz Hedda Samson re civiya û behsa piroseya siyasî û sedemên rawestana wê kirin.

El-Behra bi hûrgilî li ser rewşa penaberên Sûrî li Libnanê û binpêkirinên ku dijî wan tên kirin ji encama kampanyaya niha ya dersînorkirin û vegerandina bi darê zorê rawestiya, di nav de girtiyên siyasî yên di zindana Rumiye de, ji ber berdewamiya nebûna mercên guncaw ji bo vegera wan a bi dilxwazî û rûmetdar û ewle.

Di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya hebûna hewlên zêdetir ên navdewletî ji bo rênedana van binpêkirinan û nehiştina têkçûna rewşa Libnanê hat kirin.

Herdu aliyan dosya alîkariyên mirovî, kêmbûna wan û çawaniya zêdekirina kartêkerkirina bûdceya niha bi rêya piştgirîya şiyanên hilberînê li deverên ku penaber lê ne, bi taybetî bernameyên piştgiriya cotkaran gotûbêj kirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser hebûna kêmbûneke mezin di dabînkirina bûdceyên alîkariya mirovî ya ku welatan soz pê dabûn, ji ber ku ew bûdce di sala 2024an de bi 4.07 milyar dolar hatibû destnîşankirin, lê diravê rastî ne zêdî 200 milyon dolar bû, ku rêjeya 5.4% ji nirxê wê heta dawiya meha nîsana îsal pêk anî, û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e welatên cîhanê bi erkên xwe rabin, bi taybetî berî lidarxistina Konferansa Brûkselê di gera wê ya heştemîn de li ser asta wezîran.

Di heman çarçoveyê de, herdu aliyan li ser pirsa başbûna zû û pêwîstiya birêvebirina hemû aliyên wê bi şêweyekî bêalî, bi cîbicîkirina karê xwe û belavkirina pirojeyên xwe bi awayekî dadane li gorî dabeşkirina niştecihan li hemû herêmên Sûriyê bê cudahî, ji ber çi sedemê be.

Herwiha El-Behra tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e hemû karîn têkevin xizmeta cîbicîkirina biryara jimare 2254 a sala 2015an de, û tekez kir ku sedemên bingehîn ên kirîza mirovî siyasî ne, û ti çareseriyeke mirovî ya berdewam ji kirîza mirovî re nîne, ji bilî bi rêya vegerandina yekbûna Sûriyê bi xak û gelê wê ve û peydakirina jîngeheke ewle û bêalî ya ku penaber û derbideran han bide li ser vegera bi dilxwazî, ewle û rûmetdar, û ev yek tenê bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê bi temamî û bi awayekî vebir pêk tê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Neteweyên YekbûyîNew York
ShareTweetSend

Related Posts

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
Nûçeyên Serokatiyê

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

January 30, 2025
Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

January 30, 2025
Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
Nûçeyên Serokatiyê

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

January 29, 2025
Next Post
Berekat pîrozbahiya serkeftina bokserê Sûrî Heyder Werda dike

Berekat pîrozbahiya serkeftina bokserê Sûrî Heyder Werda dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.