Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, pîrozbahîya bokserê Sûrî Heyder Werda kir bi helkefta bidestxistina qehremaniya “Lorch Fightnight” ya Almanî, piştî têkbirina bokserê Almanî Yasîn Kulalî di 11ê gulana îsal de.
Ev dîdara pîrozbahiyê di riya pêwendiyeke televizyonî ya girtî re bû ku cîgirê serok bi bokserê Sûrî Heyder Werda re pêk anî, tê de kêfxweşiya xwe bi dîtina ala şoreşa Sûriyê li ser dikên xelatkirinê anî ziman.
Berekat tekez kir ku Werda nûnertiya Sûriyê û şoreşa wê dike, ew hilgirê peyameke rûmetdar e pê hewl dide doza gelê Sûriyê bi rêya werzîşê bigihîne civaka Almanî û tevahiya cîhanê.
Berekat bal kişand ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi piştgirîkirina karên werzişî, çandî û hunerî, û zêdekirina giringîdana bi werzîşê li herêmên rizgarkirî û derveyî welat, bi armanca baştirkirina performansa werzîşê di pêşbirkên xwecihî û herêmî de û çêkirina jîngeheke werzîşî ya guncaw ji bo pêşkêşkirina werzişa Sûrî ya azad li ser asta cîhanê.
Di vê navberê de, şampiyon Heyder Werda behsa serbora xwe kir ji dema veqetîna ji Yaneya Şirta, û penaberbûna li Urdunê û piştre çûna Almanya û vegera li werzîşa boksing, beşdarbûna qehremaniyên Almanî û herêmî û xelatên ku bi dest xistine kir.
Werda tekez kir ku ew dê berdewam be di nûneratiya şoreşa Sûriyê û bilindkirina ala wê di forumên werzîşê de ji bo danasîna doza gelê Sûriyê û şoreşa wî ya li dijî rêjîma Esed, û amadebûna xwe ragihand derbarê alîkarîkirina her çalakiyeke werzişî ya Sûriyê ya azad ya ku werzişvanên Sûrî yên ku red dikin beşdarî qehremaniyên di bin sîwana rejîma Esed de bibin têde bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî