Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat duh, pêncşemê, li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê, beşdarî di daniştineke diyalogê de ku ji aliyê Navenda “El-Heyat” ya Pêşxistina Civakî ve hatibû lidarxistin de kir, û niştecîh û nûnerên komele, sendîka û saziyên xebatên civakî lê amade bûn.
Di civîna ku bi serenavê “Eşîrên Sûriyê – Çesipandina rola niştimanî di warê siyasî û civakî de û bihêzkirina rewatiya saziyan” de, endamên Hevbendiya Niştimanî Mihemed Selîm El-Muxlif û Azad Osman jî amade bûn, ku ev xebat beşek ji civînên berdewam e yên ji bo girêdana civaka herêmî bi pêvajoya siyasî ve.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmecîd Berekat, tekez kir ku “rûniştin ciyawaz bû û corbicorbûna civakî û çandî ya gelê Sûriyê faktereke hêzê ye û pêkan e were xurtkirin û ber bi riya rast ve were arastekirin.”
Û tekezî li ser giringiya xurtkirina girêdana di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de û bihêzkirina rewatiya saziyan, çareserkirina aloziyên têkildarî herêm-perestî û êlperestî û nijadperestî di bin sîbera niştimanî de kir, û dan û standina bi van pirsgirêkan bi awayekî erênî da sedemên aloziya di navbera pêkhateyên civaka sûrî de ji holê rabin, û bighêjin hişmendiya têgihiştina kûr ji cihêrengiya ku li Sûriyê heye re, ku ev yek dibe alîkar di pêşvebirina aştiya civakê de.
Di heman demê de, endamê Hevbendiya Niştimanî Azad Osman diyar kir ku giringiyeke vê civînê ya taybet heye, ji ber ku behsa rola pêkhateyên civaka Sûriyê di pêşxistina aştiya sivîl de dike, ku vê carê behsa giringiya êlan di pêkanîna aştiya sivîl de û rola wan di şoreşa Sûriyê de hat kirin, her weha zehmetiyên ku tên pêşiya wan ji bo ku ew bi rola xwe bi awayê tê xwestin rabin û berevaniyê di ber têgeha êlê de wek rengekî xebata civakî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî