Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duh, pêncşemê, civîna xwe ya asayî li dar xist, û pêşhatên meydanî û rewşa siyasî di dosya Sûriyê de gengeşe kirin, û karê girûpên kar, deste û nivîsgehan nirxandin.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulhekîm Beşar agahî derbarê encamên serdan û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê dan ku seredana kampa Dara Şukran a penaberên Sûriyê kir, ji bo şopandina rewşa penaberên Sûriyê û naskirina pêdawîstiyên wan, û behsa hevdîtinên bi hejmarek ji çalakvan û çalakvaniyên civakî yên li bajarê Hewlêrê re kir û spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser piştgiriya ku ji Sûriyan re pêşkêş dike kir.
Her weha nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Fransa Dr.Nureddîn El-Lebbad, agahî li ser beşdarbûna xwe li Parîsê di rûniştinên dadgehkirina hejmarek ji tawankarên cengê yên ku sembolên rêjîma Esed in “Elî Memlûk, Cemîl Hesen û Ebdulselam Mehmûd” dan, û bi hûrgilî li ser pêvajoya dadgehkirinê û dadpirsînên çêdibin bi hejmareke mezin ji Şahidan re, û tekez kir ku ji ber serxwebûna dadweriyê li Fransa ev dadgehkirin bêyî ti bandoreke siyasî birêve diçe.” .
Û civînê li xwendineke siyasî ya derbarê zêdebûna reva Sûrîyan ji deverên rêjîmê di van salên dawî de ji ber sedemên ku ya herî girîng reva ji leşkeriya neçarî ye, ji bilî rewşa aborî ya têkçûyî, guhdarî kir.
Û pêşhatên dawî yên rewşa penaberên sûrî yên li Libnanê bi taybetî binçavkirî û girtiyên di zîndana Rumiye de hatin şopandin.
Her wiha amadebûyan li xwendineke siyasî li ser pêvajoya normalkirina têkiliyên ereban bi rêjîma Esed re piştî lidarketina Lûtkeya Erebî ya vê dawiyê li Menamê guhdarî kirin.
Di civînê de li ser bandora kuştina serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û hevalên wî û encamên wê li ser qada navxweyî ya Îranê û rola wê li herêmê gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî