Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulmecîd Berekat, gotarek pêşkêş kir di sêyemîn konferansa giştî ya Civîna Sûriya Pêşerojê de ku îro Şemiyê li navenda çandî ya bajarê Cindirêsê li gundewarê Efrînê hate lidarxistin, têde tekez kir ku ev helkeft xwedan nîşaneyên erênî yên mezin in, geşbîniya paşeroja Sûriyê diyar dikin, û diyardeyeke ji yên demokrasiya ku gelê Sûriyê bo wê têdikoşe.
Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî Bedir Cemûs û endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Behcet El-Etasî, Enes El-Ebde, Cîhad Marî û Munzir Saras û endamên desteya giştî Atef Zirêqû Azad Osman, beşdarî di konferansê de kirin.
Berekat di axaftina xwe de diyar kir ku ev xebat daxwaza sûriyan ji bo gihiştina pirrengiya siyasî û demokrasiyê nîşan dide, û handaneke xurt dide hêzên siyasî yên şoreşa Sûriyê, ji ber ku ew beşek e ji nimûneya niştimanî ya ku Hevbendiya Niştimanî hêvî dike û jê re li herêmên rizgarkirî kar dike.
Berekat tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ji hevkarî û hevpariyê bi hemû rêxistin û saziyên siyasî yên nûnertiya gelê Sûriyê dikin re amade ye, ew saziyên ku pirojeyên niştimanî yên ku li gor hêviyên gelê Sûriyê hildigirin, û dît ku karê siyasî yek ji awayên têkoşîna gelê Sûriyê ye, gelê ku ev sêzdeh sal in di têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Esed ya zordar de berdewam e.
Berekat bal kişand ser wê yekê ku şoreşa Sûriyê ji destpêka wê ve, li ser bingehên destpêşxeriyê, xwebexşiyê û qurbanîdanê û tevgera hevbeş ji bo azadiyê hatiye avakirin, ji ber ku ew ne tenê ji aliyekî re ye. Û got ku hevbendiya Niştimanî kar ji bo dabeşkirina erkan û pêkanîna guhertina ku tê xwestin dike.
Weha jî got: “Gerek e em li gor berpirsyariya dîrokî ya ku li ser milê me ye bin, bi hemû hêz û îradeya xwe ji bo pêkanîna daxwazên gelê me yên azadî, rûmet û edaletê hevkariyê bikin.
Berekat tekez kir ko astengiyên li pêşiya Sûriyan gelek mezin in, nemaze bi destêwerdana rasterast û bihêz a gelek aliyên navdewletî, û redkirina rêjîma Esed ji tevlêbûna çareyên siyasî re, û tekezkirina wê li ser çareya leşkerî ya hovane û berdewamiya derxistina hejmareke zêde ya qeyranan li herêmê.
Û bal kişand ser wê yekê ku ev astengî bi ti awayî rastî û mafan naguherînin, û tekez kir ku mafê gelê Sûriyê ye ku jiyaneke ewle û birûmet û di atmosfereke bi azadî, yasa û dadperweriyê de bijî, û ew di wê baweriyê de ne ku serdema tarîyê dê bi dawî bibe û ew ê bigihîjin daxwazên xwe yên rewa, û mafên xwe yên desteserkirî dîsa bi dest bixin, û şoreşa wan dê bi ser bikeve ji ber ku li ser rastiyê ava bûye.
Berekat di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku rênimaya Hevbendiya Niştimanî îradeya gelê berxwedêr e, û enerjiya xwe jê werdigire ji bo ku civaka navdewletî han bide li ser livandina pêvajoya siyasî ya rawestyayî li Sûriyê, û daxwazkirina dadperweriyê û pabendbûna bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê, nemaze biryarên 2254 û 2118.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî