Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî, paşguhkirina Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî ji bangên hewarçûnê yên awareyên kampa Rukban re, a li ser sînorê Sûriyê û Urdinê, şermezar dike, nemaze ku rêjîma Esed dorpêçeke tund li ser kampê ferz dike, û rewşa peydabûna xwarin, av, derman û kelûpelên tenduristiyê kambax e, û jiyana mirovî ya nêzîkî heşt hezar awareyan li wir xirab e.
Hevbendiya Niştimanî bang li Netewên Yekgirtî, rêxistinên wê yên mirovî û hevbendiya navdewletî li deverê dike, ku kar bikin ji bo dîtina mîkanîzmeke bilez û domdar ji bo dabînkirina pêwîstiyên jiyanê, bersivdana bangewaziyên hawarçûnê yên awareyên kampê, û rewşa xurek, derman û avê bi awayekî mayînde ewle bikin û rê nedin rêjîma Esed wan ku dorpêç bike û bobelata wan a mirovî dijwartir bike.
Rêjîma Esed hîn jî dorpêçkirin û birçîkirinê weke rêbazeke şer bikar tîne, tevî ku ew binpêkirin e ji yasaya mirovî ya navdewletî re, û ew tawanek li dijî mirovahiyê ye û rijêm ji sala 2011an ve bi sûdwergirtina ji xemsariya navdewletî derbarê dosyaya Sûriyê pêk tîne, û rê li her çareseriyeke siyasî digire, tevî lihevkirina navdewletî di Encûmena Ewlekariyê de li ser biryara 2254 (2015), û derbasbûna ji serdemeke tijî azar û qeyran bo avakirina dewleteke demokratîk ku dadmendî, wekhevî û mafan ji hemû welatiyên xwe re peyda bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
24 gulan 2024