Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi xemgîniyeke mezin şîna dîrokzan û lêkolînerê Sûrî Fayîz Qusra radigihîne, ew zanayê ku piştî liberxwedana bi nexweşiyê re li bajarê Idlibê di 24.05.2024 di temenê 79 saliyê de koça dawî kir, piştî xebata bi dehên salan di warê belgekirina şûnwarên arkeolojîk ên bajarê Idlibê û lêkolîna dîroka wê de ku jê re digotin “Dîroknasê Idlibê”.
Koçkiriyê nirxgiran bi dehan berhem û pirtûkên çandî li pey xwe hiştine ku yên herî girîng ev in: “Rêwîyê li Parêzgeha Idlibê”, “Ji Ebla Heta Idlibê”, “Şoreşa Erebî li Bakurê Sûriyê… Şoreşa Îbrahîm Henano” û “Dîroka Şûnwarî ya Mayindeyên Erebî-Îslamî li Parêzgeha Idlibê” ,”Qelb Lozê, Gewhera Dêrên Sûriyê “, “Idlib, Bajarê Jibîrkirî” û ji bilî wan jî pirtûk û gotar.
Dîroknasê koçkirî pirtûkxaneyeke çandî ya zengîn li pey xwe hişt, ji nifşên paşerojê re lêvegerek e di warê dîrokê û şûnwaran de, ku bi saya xebata wî gelek aliyên dîroka Idlibê hatin diyarkirin.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbata Qusra, xizm û hezkiriyên wî û gelê Sûriyê dike ji ber jidestdana vî kesê payebilind di ware çandî de, û ji Xwedayê mezin rehmet û bexşandinê jê re dixwaze.
Em yên Xweda ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
24 gulan 2024