Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehma, pêşwazî li biryara dadgeha Fransî ya derbarê zindankirina heta hetayî ji bo sê berpirsên rêjîma Esed kir, piştî ku wê dadgehê ew bi tawanên li dijî mirovatiyê dermafê sivîlan ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de tawanbar kirin.
Rehma îro Şemiyê, di daxuyaniyên xwe de got: “Serê tawanan li Sûriyê serokê rejîmê ye, û divê ev sizayên cihê pêşwaziyê ne Beşar Esed û hemû alîkarên wî li xwe bigrin, bi taybetî bi hebûna delîlên teqez ên pêkanîna tawanên şer.”
Û her weha got: “Em welatên cîhanê han didin ku gavên bi vî rengî bavêjin û serî li Dadgeha Tawanan a Navdewletî bidin da ku dadpirsînê aktîv bike, ji serokê rejîmê bigire heta hemû kesên ku di tawanên li dijî Sûriyan de cih digirin.”
Rahma tekez kir ku qurbanî û malbatên wan hîn li benda dadweriya navdewletî ne ku mafên wan vegerîne, û ew bi erênî li her awayê fişarê li ser rêjîma Esed dinêrin ku dê bibe sedema têkbirina şiyana wê ya pêkanîna tawanên hovane. Û amaje bi berdewamiya binpêkirinên rêjîma Esed û kêmkirina sizayên li ser wê kir, ku ev yek berpirsiyariya civaka navdewletî zêdetir dike ji bo dîtina mîkanîzmayên bibandortir ji bo rawestandina binpêkirinan.
Hêjayî gotinê ye ku biryara girtinê duh ji aliyê dadweriya Fransî ve hat dayîn, her sê sûcdar: Elî Memlûk, rêveberê berê yê Ofîsa Ewlekariya Netewî, Cemîl Hesen, rêveberê berê yê Îstixbarata Hêza Asîmanî û Ebdulselam Mehmûd, rêveberê berê yê Şaxa Lêkolînê. ji ber ku ew nûnertiya “stûnên rêjîmê” dikin û beşdarî di binpêkirinên mezin û sîstematîk ên ji aliyê rejîmê ve li dijî sivîlên Sûriyê hatine pêkanîn de kirine,
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî