Hêzên Esed oparesyonên xwe yên leşkerî li ser bajar û gundên Idlibê zêde dikin, û çalakvanan diyar kir ku zarokek û du xanim şehîd ketin û şeş sivîlên din birîndar bûn, ji ber êrîşên îro li ser herêmê.
Bergiriya sivîl ya li gundewarê Idlib, ragihand ku tîmên wê bi lez berê xwe dan cihê bombebaranê ji bo rakirina qurbanî û birîndarên êrîşa hêzên Esed li ser bajarokên El-Tih û Tehtaya bi topên giran û roketên deaktîv, ku ev êrîş tên piştî du rojan ji êrîşên esmanî yên dijwar li ser gundewarê Idlib û Heleb û Hemayê û bûne sedema şehîdbûna 8 kesan.
Idlib bûye komelgeheke mirovan ya herî mezin, piştî pêkanîna hilmetên koçberiya bi darê zorê û kampanyayên guhertina demografî ji aliyê hêzên Esed û hevalbendê Rûsiya , û hejmara sivîlên niha li Idlib bi qasî 4 milyon mirov tê texmînkirin, û ligorî rêkxerên hawarhatinê, nîveke wan ji koçberan pêk tê, û nêzîkî 800 hezar kes ji wan li kampan di rewşeke însanî ya xerab de dijîn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li civaka navnetewî kir ji bo giringiya sizadana bikarhênerên tawanên şer li Sûriyê, û rawestandina xwîna li Sûriyê tê rijandin, ku ji aliyê rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsiya siyaseta koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografî li herêmê tê pêkanîn.
Hevbendiya Niştimanî hişyarî da civaka navnetewî derbarê encamên xerab ên bi destên rêjîmê û Rûsya û çekdarên Îranê yên serberdayî li dijî sivîlan, û daxwaza destwerdaneke navdewletî ya bilez kir ji bo rawestandina tawanên berdewam û binpêkirinên ji biryarên navnetewî û rêkeftina agirbestê û kêmkirina zêdegaviyan re dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê